Li Tarsusê li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin. Çek hat desteserkirin û xwendekar hat binçavkirin.
Li navçeya Tarsus a Mersînê hat tespîtkirin ku xwendekarek bi çekê hatiye dibistanê. Piştî ku rewş hat ferqkirin rêveberiya dibistanê û polîsên dibistanê mudaxale kirin.
Rayedaran çeka ji ser xwendekar girtin. Xwendekar hat binçavkirin û sewqê Midûriyeta Emniyetê hat kirin.













