Li Mersinê, li navçeyên Tarsus û Çamliyaylayê, kesê bi Metîn O. li gel jina pê re zewicî bû 6 kes qetil kir û piştre jî xwe kuşt.
Duh bi şev Metîn O. (37) li taxa Kadelli ya girêdayî Tarsusê gule li xwaringehekê reşand, xwediyê xwaringehê Sabrî Pan û xebatkarê xwaringehê Ahmet Ercan kuşt. Gumanbar piştî ji cihê bûyerê reviya û li stasyona benzînê ya li taxa Yenîkoyê ajokarê tirê Gokay Selfîoğlu jî kuşt.
Gumanbar piştre li taxa Daripinari ya girêdayî Çamliyaylayê Arzu Ozden a berê pê re zewicîbû jî kuşt. Li taxa Yenikoyê jî Abdullah Koca bi motorsîkletê avêt şarampolê û kuşt. Gumanbar di dema revê de li taxa Karakûtûkê ciwanê şivan ê bi navê Yusuf Oktay jî kuşt. Kujer li ser riya reva xwe jî bi giştî 8 kes jî birîndar kirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê.
Piştî komkujiya hatî kirin, tîmên cendirmeyan ji bo girtina gumanbar operasyneke berfireh dane destpêkirin. Di lêgerîna bi piştgiriya helîkopterê de otomobîla gumanbar pê reviyabû li gundê Karakûtûkê hate dîtin.
Operasyona ji bo peydakirina û diyarkirina cihê kujer Metîn O. heta sibehê dom kir. Di lêgerîna jandarmeyan de hate diyarkirin ku gumanbar li gundê Karakûtûkê, li herêma Çokakê di malekê de xwe veşartiye. Di operasyona hatî lidarxistin de, gumanbar dema ku fêm kir dê were girtin, bi çekê xwe kuşt.













