Platforma Şaxan a KESKê ya Wanê, bi armanca protestokirina êrişên li ser xwendekar û mamosteyan, li ber avahiya xwe ya li Rêya Armûşê çalakiyek li darxist. Girseya ku li ber avahiyê “zincîra mirovan” çêkir, piştre ber bi Dibistana Seretayî ya Ataturkê ve meşiya.
Platforma Şaxan a KESKê ya Wanê, bi armanca protestokirina êrişên li ser xwendekar û mamosteyan, li ber avahiya xwe ya li Rêya Armûşê çalakiyek li dar xist. Girse li ber avahiyê pêşî “zincîra mirovan” çêkir û piştre ber bi Dibistana Seretayî ya Ataturkê ve meşiya. Di meşê de pankarta “Di perwerdehiyê de ji tundiyê re bibêje na” hat vekirin û dirûşma “Dijminê mamosteyan Yusuf Tekin îstifa ” hat berzkirin. Piştî meşê li pêşiya Dibistanê daxuyanî hat dayin. Gelek mamoste û xwendevan tevlî meş û daxuyaniyê bûn.

‘Çareserî ne di polîsan de, di demokrasiyê de ye’
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Murat Atabay ve hat xwendin. Murat Atabay destnîşan kir ku krîza di qada perwerdeyê de bi rêbazên fîzîkî an jî bi tedbîrên polîsî nayê çareserkirin û got: “Çareseriya krîza di perwerdeyê de, tenê bi tedbîrên polîsî an jî ewlehiya fîzîkî ne pêkan e. Çareseriya rast, di bingeha aştiyê de ku cudahî wekî dewlemendî têne dîtin û di xebateke demokratîk de ku her kes xwedî mafê gotinê ye, veşartî ye.”
‘Mertala herî bi hêz aştî ye’
Murat Atabay diyar kir ku ji bo parastina pêşeroja zarokan pêdivî bi atmosfereke azad heye. Murat Atabay destnîşan kir ku aştî û demokrasî ji bo civakê ne “tercîhek”, lê belê “mecbûriyetek” e û wiha berdewam kir : “Aştî û demokrasî mertalên herî bi hêz in ku dê zarokên me ji çetebûn, bêhêvîtî û tundiyê biparêzin. Divê her kes di pêvajoya perwerdeyê de bibe xwedî gotin. Avakirina perwerdeyek ku hemû cudahiyan wekî dewlemendiyekê qebûl dike, şerta sereke ya aştiyê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de Murat Atabay destnîşankir ku heta di perwerdeyê de bingehek demokratîk û aştiyane neyê avakirin, pirsgirêkên civakî dê çareser nebin.
Piştî daxuyaniyê girseyê heta seat 13:00an nobeta jiyanê girt.













