Her çiqas şerê di navbera Amerîka û Îranê de ji bo demek sekinîbe jî êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin. Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku bi dronan êrişî Silêmanî û Koye hatiye kirin.
Êrişên li ser axa Başûrê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Şeva borî bajarên Silêmanî û Koye careke din bûn hedefa balafirên bêpîlot (dron). Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşan daxuyaniyek belav kir û bîlançoya şevê eşkere kir.
Gundê Zirgiwêzele bû hedefa dronan
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, şeva borî di saet 22:00an de bi balafireke bêpîlot êrîşî gundê Zirgiwêzele yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat kirin. Hat ragihandin ku piştî êrîşa yekem, careke din bi dronan heman gund hatiye bombebaran kirin. Ev gund bi hebûna baregehên hinek komên muxalîf ên Kurdên Rojhilat tê naskirin.
Li Koyeyê 3 êrîşên li pey hev
Ligel êrişên li Silêmaniyê, bajarê Koyeyê jî bû hedefa êrişan. Asayîşê diyar kir ku du bi şev di navbera saet 21:15 û 21:23yan de bi 3 dronan êrîşî kampeke li navçeya Koyeyê hatiye kirin. Ev kamp wekî cîhê niştecihbûna penaber û malbatên siyasî tê zanîn.
Ziyanên madî çêbûne
Saziya Asayîşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di encama van êrîşên şevê de tu windahiyên canî çênebûne û tenê ziyanên madî gihîştine mal û milkên welatiyan û cihên hatine hedefgirtin.
Heta niha tu aliyekî bi awayekî fermî berpirsiyariya van êrîşan negirtiye ser xwe, lê belê êrîşên bi vî rengî yên li ser van herêman piranî ji aliyê artêşa Îranê ve di çarçoveya “têkoşîna li dijî komên muxalîf” de têne kirin.













