Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara ku beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû da zanîn ku proseya yekbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û saziyên dewletê di rêyeke baş de ye û Sûriye êdî di krîza enerjiyê ya cîhanê de lîstikvanek sereke ye.
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara jî beşdarî 5emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû. Şara di forumê de axivî û bal kişand ser entegrasyona li gel HSDê.
Peymana petrolê ya bi Iraqê re: Sewqiyatê dest pê kir
Ahmed Şara bal kişand ser rola Sûriyeyê ya di dabînkirina enerjiya cîhanê de û mizgîniya peymaneke nû da. Şara eşkere kir ku wan bi Iraqê re lihevkirinek pêk aniye û li gorî vê peymanê, petrola Iraqê di ser axa Sûriyeyê û bendergehên Sûriyeyê re ber bi bazarên cîhanê ve tê hinartin. Şara got: “Sûriye amade ye ku di zincîra dabînkirina cîhanî de bibe pira navbeynkar.”
‘Yekbûna bi HSDê re ji bo me jiyanî ye’
Şara derbarê “yekîtiya neteweyî” û rewşa navxweyî ya Sûriyeyê de agahiyên girîng parve kirin. Şara destnîşan kir ku di sala dawî de di yek kirina komên şoreşger de serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha berdewam kir: “Niha proseya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di nav saziyên dewletê de berdewam dike û her tişt di rêya xwe de diçe.”
Leşkerên biyanî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişiyan
Ahmed Şara ragihand ku baregehên leşkerî yên biyanî yên li bakurê rojhilatê welat hatine valakirin û leşkerên dawî jî ji Sûriyeyê derketine. Şara aşker kir ku xebatên yekbûna di navbera dewleta Sûriyeyê û HSDê de bi biryardarî didomin. Ev serkeftina ku me di vî warî de bi dest xistiye, ji bo aramî û berjewendiyên Sûriyeyê xwedî giringiyeke jiyanî ye.”
Ev daxuyaniyên Şara wekî nîşaneya serdemeke nû ya siyasî li Sûriyeyê û herêmê têne nirxandin, ku tê de HSD wekî beşek ji sîstema nû ya parastin û rêveberiya Sûriyeyê tê qebûlkirin.













