Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ku bi rêya pevguhertina girtiyan vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku 2 rojnamegerên li Reqayê hatine revandin, li Helebê tên girtin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ku bi rêya pevguhertina girtiyan vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, derbarê 2 rojnamegerên hatine revandin de agahî dan. Şervanan diyar kirin ku 2 rojnamegerên li Reqayê hatine revandin, li Helebê tên girtin.
Li Helebê dîl tên girtin
Li gorî agahiyên ku şervanên HSDê piştrast kirine, rojnamevan Eva Manîa Mîchelmann û Ahmet Polad ên ku beriya niha li bajarê Reqayê hatibûn revandin, niha li Helebê wekî dîl tên ragirtin.
Ahmet Polad birîndar e
Derbarê rewşa tenduristiya rojnamevanan de jî agahiyên nû derketin holê. Hate zanîn ku rojnamevan Ahmet Polad ji dest û zikê xwe birîndar e. Derbarê rewşa Eva Manîa Mîchelmann de agahiyên zêdetir nayên zanîn.













