Danişîna doza “çeteya fihûşê” ya polîs û leşker tê de cih digirtin û piştî 11 salan hatiye hatiye destpêkirin careke din hat taloqkirin.
Danişîna 6emîn a “Çeteya fihûşê” ya li Şirnexê ku leşker jî tê de tên darizandin û 11 sal piştre hatibû vekirin, li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê û rêveberên Navenda Piştevaniya Jinê ya Bêrîvan Kutluyê jî di danişînê de amade bûn.
Şandeya dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîna dozê taloqî 6ê Tîrmeha 2026an kir.













