Wezîrê Dadê Akin Gurlek destnîşan kir ku xebatên peydakirina cenazeyê Gulistan Dokuyê berdewam dike û got: “Dê hemû bûyerên derbarê wan de biryara ‘neşopandinê’ hatine dayîn werin lêkolînkirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek piştî civîna di serokatiya Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan hatiye lidarxistin pirsên rojnamegeran bersivand. Akin Gurlek pirsa derbarê Gulistan Dokuyê hatiye pirsîn bersivand û wiha got: “Di lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve tê birêvebirin de 11 girtî hene. Pêvajoya têkildarî walî jî berdewam dike. Lêpirsîn didome. Dozgerê me şopandina xwe didomîne.
Dê dozên biryara ‘neşopandinê’ hatine dayîn bên lêkolînkirin
Wezîr pirsa têkildarî peydakirina cenazeyê Gulistan Dokuyê jî bersivand û got xebatên peydakirina cenazeyê didomin û têkildarî mijarê wiha axivî: “Me yekineyekê ava kir. Dê bûyerên faîlên wan nediyar, dê hemû dosyeyên derbarê wan de biryara ‘neşopandinê’ hatine dayîn yek bi yek werin lêkolînkirin. Dê werin lêkolînkirin û heke aliyên wan yên kêm û pirsgirêk hebin dê werin diyarkirin. Taybetî jî bûyerên ku ji hêla civakê ve hestiyariyê ava dike, yên bûne sedema bertekên civakî. Helbet ji bo her kesê doza wan girîng e lê belê me ji bo dozên di civakê de hestiyariyê ava dikin yekîneyek ava kir, me berê wan da van mijaran. Niha ji çavên xwedî tecrube berê xwe dana bûyeran, cuda ye. Piştî Gulistanê helbet bendewariyek heye lê belê ev nayê wê wateyê ku dê her dosye wisa be. Anku dê bi heman biryardarî û baldariyê li ser bûyeran were sekinîn.”
Li şûna qanûnan ‘yekîne’
Hêjayî gotinê ye ku Bûyera Gulistan Dokuyê û hezaran dosyeyên ku derbarê wan de biryara ‘neşopandinê’ hatine dayîn hene. Avakirina yekîneyê berpirsyariya derxistina qanûnan û têkoşîna bi giştî ji holê radike. Avakirina biryara yekîneyê nîşan dide ku dê ev yekîne ne li gorî qanûnan li gorî daxwaz û hesabên desthilatê bûyeran lêkolîn bike û encaman derxe holê.









