Wan – Endamê KURDÎWARê Orhan Sakçî derbarê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” de axivî û diyar kir ku bi vê çalakiyê wan xwestiye bala gelê Kurd bikşînin ser ziman, çand û wêjeya Kurdî û wiha got: “Armanca me avakirina sekneke li dijî bişaftinê ye û em ê hewldanên xwe yên bi vî rengî bidomînin.”
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê, cara yekemîn “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) ve hat lidarxistin. Rojên Wêje û Pirtûkan rastî eleqeyeke mezin hat û bi hezaran welatiyên Wanî di 4 rojên çalakiyê de serdana standên pirtûkan kirin û tev li panel û bernameyên helbestan bûn. Gelek nivîskarên Kurd jî li ser standên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze kirin û bi welatiyan re hatin cem hev.
‘Me xwest rewşenbîriya Kurdî derxin pêş’
Endamê KURDÎWARê wêjekar Orhan Sakçî ku 30 salan di girtîgehê de maye, derbarê armanca çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev demeke dirêj bû li Wanê fûarek bi vî rengî nehatibû çêkirin. Orhan Sakçî anî ziman ku di pêşengiya KURDÎWAR û Şaredariya Tûşbayê de wan xwestiye balê bikişînin ser pirtûk û zimanê Kurdî û got: “Armanca me ya bingehîn li ser ziman û wêjeyê ye. Me xwest em weşanxane û nivîskarên ku bi Kurdî dinivîsin bidin nasîn û rewşenbîriya Kurdî derxin pêş. Bi vê çalakiyê me xwest bala gelê xwe bikşînin ser xwendina ziman, çand û wêjeya Kurdî da ku li hemberî bişaftinê seknekê ava bikin.”
‘Pêwîstî bi organîzasyonên hîn mezintir heye’
Orhan Sakçî bal kişand ser rola saziyên sivîl û şaredariyan a di parastina çandê de û diyar kir ku ji saziyên ekolojîk bigire heta saziyên siyasî û çandî, divê her kes li ser esasê ‘neteweya demokratîk’ bi hev re xebatan organîze bike. Orhan Sakçî destnîşan kir ku bêyî hişyarkirina civakê fûar nagihîjin armanca xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke di nava gel de ev hişmendî û meyl çênebe, tu çi dikî bike nagihîje armanca xwe. Em ji vê çalakiya pêşîn tecrûbeyên mezin digirin. Ji bo pêşerojê, armanca me ew e ku em li ser vê tecrûbeyê organîzasyonên hîn xurtir, berfirehtir û mezin li dar bixin da ku qada fûarê bibe meydana gel. Em ê di vê qadê de hewldanên xwe berdewam bikin.”














