Agirbesta di navbera DYA û Îranê ya du hefteyan bêyî peymanek pê bê, bi dawî bû. Serokê DYAyê Donald Trump şevê din bi daxuyaniyê ragihand ku agirbest bi awayek bêdem dirêj kiriye û Îranê jî daxuyand ku ew vê yekê qebûl nakin.
Agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de şevê din derengî şevê bi dawî bû. Lê ligel nîqaş û hevdîtinên du hefteyan bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatî bêencam man. Ji ber qediyana dema agirbestê çav li aliyan bû ka dê helwestek çewa nîşan bidin. Ligel ku her du aliyan jî gef li hev xwarin, mijara agirbest û peymanê hêj nezelaliya xwe diparêze.
Trump agirbesta bêdem ragihand
Serokê DYAyê Trump şevê din piştî qediyana dema agirbestê derkete pêşberî qamerayan. Trump bi bîr xist ku dema agirbestê qediya ye û daxuyand ku ew agirbestê bi awayek bêdem dirêj dikin. Trump bêyî agahiyek zelal derbarê rewşa dawî de bide, cardin gefên xwe dubare kirin. Trump diyar kir ku ew çavdêriya her gaveke Îranê dikin û wiha axivî: “Eger Îran şertên agirbestê binpê bike, dê bersiva me ji ya berê gelekî tundtir be. Em di vî warî de tu tawîzan nadin.”
‘Hikûmeta Îranê di hundir de perçebûyî ye’
Trump diyar kir ku wî li ser daxwaza rayedarên Pakistanê biryara dirêjkirina agirbestê daye.
Trump destnîşan kir ku ew dê êrişên li dijî Îranê bidin rawestandin û wiha got: “Heta ku serok û nûnerên Îranê bi pêşniyareke yekgirtî bên, agirbest dê bidome. Lê Hikûmeta Îranê di nav xwe de gelekî perçekirî ye”.
‘Dorpêç dê bidome’
Trump da zanîn ku dorpêça deryayî ya hêzên Amerîkayê ya li ser bender û peravên Îranê dê bênavber berdewam bike. Trump ragihand ku artêşa Amerîkayê dê di rewşa amadebaşiyê de bimîne û li bendê be heta ku pêşniyara Îranê were pêşkêşkirin û nîqaş bi awayekî encam bidin.
Hevîtin hatin paşxistin
Piştî vê daxuyaniyê hate ragihandin ku gera duyemîn a danûstandinên aştiyê yên ku biryar bû bi beşdariya Cîgirê Serokê DYAyê J.D. Vance li Îslamabadê werin kirin, hatine paşxistin.
Pentagon: Amadekariyên me tam in
Rayedarên Pentagonê jî piştgirî dan vê helwesta Trump û dan zanîn ku hêzên wan ên li herêmê di rewşa amade de ne û ji bo parastina berjewendiyên xwe ew ê dudilî nebin.
Tehran: Gefên Amerîkayê bêwate ne
Li hemberî van daxuyaniyan, bersiva Tehranê dereng nema. Rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve ya Îranê, daxuyaniyên Trump û rayedarên Amerîkî wekî ‘gefên vala û bêwate’ nirxandin. Rayedarên Îranî destnîşan kirin ku biryara agirbesta bêdem qebûl nakin û dan zanîn ku wan agirbest binpê nekiriye. Rayedarên Îranî derbirîn ku DYA dest bi tevgereke leşkerî bike, mafê wan ê rewa yê xweparastinê heye û ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.
Li Tehranê dîmenên propagandayê
Li aliyê din Îranê bi moşekên balîstîk li Tehranê xwepêşandan pêk anî. Moşekên balîstîk ên li wesayîtan hatine barkirin li kuçeyan hatin gerandin û bi beşdariya hezaran kesên li derdora van moşekan hate xwestin ku peyama hêzdariyê bê dayîn.
Îslamabadê banga daxistina rageşiyê kir
Zêdebûna rageşiyê ya di navbera Washington û Tehranê de, li herêmê bû sedema fikaran. Rayedarên Pakistanê li ser rewşa dawî fikarên xwe anîn ziman û bang li her du aliyan kirin ku bi berpirsiyarî tevbigerin. Wezareta Karên Derve ya Pakistanê destnîşan kir ku têkçûna agirbestê û rûdana şerekî nû dê bandoreke karesatbar li ser aramiya Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr bike. Îslamabadê daxwaz kir ku şertên agirbestê werin parastin û pirsgirêk bi riyên dîplomatîk werin çareserkirin.
Agirbesta bêdem dê zorê bide Îranê
Li gorî pisporan rewşa niha heyî dê Îranê bide zorê. Li gorî pisporan dorpêça DYAyê bi vî awayî berdewam bike, aborî û bazirganiya Îranê dê şikesteyek giran bixwe. Pisporan daxuyand ku di vê rewşê de agirbestek bêyî bigihe peymanekê li gorî berjewendiyên Îranê nîne. Tê nirxandin ku an Îran dê dorpêça DYAyê bi riya şer rake ku hêza wê têra vê yekê nake, an jî dê vê rewşê qebûl bike û bikeve nav tengasiyek mezin. Pispor dibêjin riya sêyemîn jî ew e ku Îran şertan qebûl bike û peymanekê bixwaze.












