Baregeh û navenda Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li devera Sûrdaş a Herêma Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê ve cardin rastî êrişeke asmanî hat.
Êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dikin. Baregeh û navenda Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li devera Sûrdaş a Herêma Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê ve cardin rastî êrişeke asmanî hat. Hate ragihandin ku hêzên Îranê bi rêya firokeyên bêmirov (drone) û moşekan, rasterast navend û cihên manê yên vê partiyê hedef girtine.
Heta niha têkildarî encamên êrişê û zirarên canî an jî madî agahiyek zelal nehate bi distxistin.













