Li Gimgimê beriya mitînga bi dirûşma “Em xwedî li xweza xwe, li ava xwe û li axa xwe derdikevin” bi hezaran kes dest bi meşê kir û piştre dê mitîng bê lidarxistin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê li dijî talana ekolojîk beriya mitînga bi dirûşma “Em xwedî li xweza xwe, li ava xwe û li axa xwe derdikevin” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya mitîngê bi pankart, dowîz û bi dirûşman ji xaçerêya VEDAŞê ber bi Pasaja Şaredariyê ve dest bi meşê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, gelek ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn.
Piştî meşê dê mitîng bê lidarxistin.


























