Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, diyardeya hewayê ya El Nîno ku di serdema borî de germahiya gerdûnî derxistibû asta jor, tê payîn ku di nîvê vê salê de ji nû ve dest pê bike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî guherîna avhewayê û pêlên germahiyê hişyariyek da. Li gorî daxuyaniyê, diyardeya hewayê ya bi navê El Nîno (El Niño) ku dibe sedema germbûna zêde ya rûyê erdê û okyanûsan, tê payîn ku di nîvê vê salê de careke din vegere.
‘Dibe germahî bigihe rekorên nû’
Hat destnîşankirin ku El Nîno herî dawî dema ku bi bandor bibû, germahiya gerdûnî derxistibû astên herî bilind ên dîrokê. Pispor hişyarî didin ku bi vegera vê pêla germê re, dibe ku li seranserê cîhanê guherînên tund ên hewayê rû bidin, ziwabûn çêbibe û di germahiyê de rekorên nû werin tomarkirin.







