Strana bi navê Zîlan ku ji aliyê komek ciwanên Kurd ve hate stirîn, li ser torên medya dijîtal rastî eleqeyeke mezin hat. Vîdeoya performansa ciwanan, di demeke kurt de ji aliyê hezaran bikarhêneran ve hat parvekirin.
Berhem û performansên hunerî yên ciwanên Kurd li ser medyaya dîjîtal rastî eleqeyeke mezin tên. Vîdeoya strana Zîlan ku ji aliyê komek ciwanên Kurd ve bi hestiyariyeke kûr û dengekî zelal hate gotin, li ser torên civakî balek mezin kişand.
Di demeke kurt de bi hezaran parvekirin
Vîdeoya ku tê de ciwan bi hev re û bi dengekî xweşik vê berhema Kurdî distirên, li ser gelek platformên medyaya dîjîtal hat weşandin. Bikarhênerên torên sanal, bi parvekirin û şîroveyên xwe pesnê deng û hesta ciwanan dan.
Girîngiya xwedîderketina çand û ziman a ciwanan
Vîdeoya komek ciwanan li peravên çem kijandine, di demeke kin de bi hezaran caran hat temaşekirin û ecibandin. Bikarhêneran di şîroveyên xwe de bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina ciwanan a li çand û hunera Kurdî.
Hêjayî gotinê ye ku strana Zîlan ji hêla hunermend Rotînda ve li ser endama PKKê Zeynep Kinaci hatibû nivîsandin,












