Xelata Mezin a 15emîn a Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê (Saraybosna) dan Cem Şivan Ergul.
Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê ku di 16ê Nîsanê de dest pê kiribû û beşdar di heft kategorîyan de ketibûn pêşbirkê çû serî. Çavê derdorên muzîkê li ser festîvalê bû û alaqeyek xurt hebû. Di roja dawîn a festîvalê de Cem Şivan Ergul bi hevdengiya jurîyê bû xwedîyê xelata mezin a festîvalê.
Cem Şivanê ku di warê gîtara klasîk de îmzeya xwe diavêje serkeftinên mezin û gerdûnî, di fînala festîvalê de ev beste jenîn; Ji “Suîta 1. a Lavtayê” ya Johann Sebastian Bachî “Sarabande” û “Gigue”, Beşa yekem a rêza “24 Caphrichos de Goya”ya M.C. Tedescoyî, “Thème varié et finale”ya M. Ponceî û “Prelude” û “Toccata”ya Hans Haugî.
Cem Şivan Ergul ê ku di sala 2001an de çêbûye, ew ji Batmanê ye. Di sala 2024an de li Konservatuara Qralîyetê ya Hollandayê lîsansa xwe kuta kiriye. Niha li Awusturyayê, li Zanîngeha Anton Brucknerî bi mamostayê xwe Campbell Diamond re xebata xwe yê akademî û muzîkê didomîne. Muzîkjen Cem Şivan xelata Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê ji destê Ðani Ŝehuyê organîzatorê festîvalê û Hubert Kappel ku serokê juriyê ye wergirt.











