Platforma Saziyên Demokratîk ji bo rojbûna Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê li dar dixe, maçên yekemîn ên tûrnûvayê bi dawî bûn.
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tûrnûvaya futbolê ya bi navê “Tûrnûvaya futbolê ya ber bi rojê ve” li dar xist. Tûrnûva li Tesîsa Karadolapê ya li navçeya Eyupê pêk tê. Maçên yekemîn bi coş dest pê kir. Parlamenterê DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîcek, endam û rêveberên DEM Parti, HDK û DBPê gelek kes maçan temaşe kirin.
Encamên maçên îro wiha ne:
TUHAYDER 7-4 HDK
MEBYA-DER 8- 7 Tîma Enstîtuya Kurdî
Çapemeniya Azad 12 – 3 DBP
Yenî Yaşam 1 – Dogubeyazit
Sultangazî 7 – 2 Komeleya Ekînê
Taxa Jot 9 – 3 Tîma Arjen














