Silêmanî – Li bajarê Silêmaniyê 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navnetewî bi beşdariya 12 welatan dest pê kir.
Di bin çavdêriya Serok Komariya Iraqê de, îro li bajarê Silêmaniyê 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navnetewî bi beşdariya 12 welatan hate vekirin. Ji sedî 60 pirtûkên di pêşangehê de cih digirin bi zimanên Erebî û zimanên din yên biyanî ne, ji sedê 40ê pirtûkan jî bi zimanê Kurdî ne.
6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navnetewî di bin çavdêriya Serok Komariya Iraqê û bi serpereştiya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Saziya Çap û Weşana Atlas ve tê lidarxistin.
Di pêşangehê de 9 milyon pirtûk, bi 40 hezar sernavên cuda û 200 navend û çapxaneyên cuda cih digirin. Her wisa pêşangaha ku wê 11 rojan bidome, ji bilî firotina pirtûkan wê semîner û panel jî werin dayîn.
Pêşangeha di saet 10:00 heta 18:00 vekiriye û biryare heta 11 rojan bidome.