Tîma futbolê Stêrka Rojê bû şampiyona jinan a tûrnûvaya futbolê ya bi navê “Tûrnûvaya futbolê ya ber bi rojê ve”.
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan de tûrnûvaya futbolê ya bi navê “Tûrnûvaya futbolê ya ber bi rojê ve” li dar xist. Tûrnûva li Tesîsa Karadolapê ya li navçeya Eyupê pêk tê.
Îro fînala tîmen jinan hate lîstin. Tîma Stêrka Rojê, tîma Amarayê 3-1 têk bir û bû şampiyana tîma jinan.
Di beşa mêran de jî tîma Sultangaziyê 10-4 tîma Vejin, tîma Serhad Cudî 6-4 tîma Taxa Jor têk bir.
Sibe dê tîmên Sultangazî û Taxa Jor ji bo şampiyonê werin hemberî hev.














