Endamê HPGê Ercan Veske ê li Dêrsimê di êrişa bi çekên kîmyewî de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn.
Endamê HPGê Ercan Veske (Ronî Sozdar) ku di 17ê Nîsana sala 2011an li çoltarê navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê tevî 6 hevalên xwe di êrişeke bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. MEBYA-DERê bîranînê li ser gora Veske ya li gundê Goliyê yê navçeya Artukluyê lidar xist. Endamên malbatê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Hevseroka MEBYA-DERê ya Mêrdînê Makbule Okmenê di bîranînê de got: “Ziman, çand û her tiştekî me hatibû qedexekirin. Em bi saya van hevalên jiyana xwe ji dest dayin niha bi rehetî dijîn. Dil dixwest ku qet xwîn nerije û tu êş nehatibûna kişandin. Em ê her dem ji bo wan deyndar bin û dê têkoşîna wan bidomînin.”
Dayika Veske, Yildiz Veskeyê jî ev tişt gotin: “Kurê min di rêyeke birûmet de jiyana xwe ji dest da. Em her tim bi wî serbilind in. Belê rast e çavên bi hêsir in lê ev çavên tije hesir û vî dilê biêş jî em ê dîsa aştiyê biqîrin. Bila serê gelê Kurd û Rêbertiyê sax be.”
Piştî axaftinan, kesên tev li bîranînê bûne kûlîlk danîn ser gora Veske, dia hatin kirin
Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.













