Stenbol – Stranbêj Genim derbarê bandora hişê çêkirî de ya li ser hunerê diyar kir ku divê huner û stranbêj van tiştan bikar bîne û got: “Lê divê ne li gorî moderniteya kapîtalîst bikar bîne, li gorî hişmendiya xwe bikar bîne. Divê em hişê çêkirî li gorî xwe saz bikin û hişê çêkirî bikin bin xizmeta xwe.”
Bi pêşketina teknolojî û zanistê re sepanên hişê çêkirî jî li pêş dikeve. Di her beşên jiyanê de êdî hişê çêkirî tê bikaranîn. Di qada huner de û di nav stranbêjan de jî hişê çêkirî gelek tê bikaranîn. Nêzî salekê ye stranên ku bi hişên çêkirî tên amadekirin, di nav civakê de jî belav bûne. Lê ev yek her çiqas di nav civakê de bê guhdarîkirin jî lê tesîrek nebaş li ser hunerê dike. Li ser hunerê metirsiya hişê çêkirî heye, ji ber ku bi pêşketina hişê çêkirî re huner jî dibe qada çêkêr. Solîstê Koma Çiya stranbêj Genim derbarê bandora hişê çêkirî di warê erênî û neyîniya wê ya li ser hunerê de axivî.
‘Hem gavên erenî hem jî gavên neyînî divê were nirxandin’
Genim anî ziman ku di qada zanist û pêşveçûna zanistê de tiştên nû tên ceribandin û çêkirin û wiha axivî: “Divê mirov pêşketina zanistê li aliyekî jî weke serkeftî pênase bike. Rast e aliyê neyînî heye, bandor li ser civakê dike û dibe sedema bişaftinê jî. Lê civak dikare bi hişê çêkirî xwe rêk û pêk jî bike. Divê her du alî bi hev re werin nirxandin. Ji ber vê jî li aliyê dijîtal pêş dikeve, ew gelek bandor li ser huner û hunera fizîkî dike. Lê tiştekî din jî heye di warê muzîkê de hem gavên erênî hem jî gavên neyînî divê were nirxandin. Gavên erênî ev in; divê ku mirov jê sûdê werbigire û tiştên gelek baş dikare biafirîne. Di karê nivîsandina gotinan de jî hişê çêkirî tê bikaranîn. Rast û nerast tam nayê fêmkirin û mirov matmayî dimîne. Heke mirov guhê xwe baş bide pêşketinê encax fêm dike ku ne zindî ye. Herî dawî strana ‘Here Gulê’ derket. Destpêka wan jî ‘Zozan C.’ bû. Di nava civak û raya giştî de ji niha şunde hê zêdetir ev tişt dê werin temaşekirin û şopandin. Divê mirov di wan aliyên de kesên ku di nava hunerê de ne li ser vê bifikirin ku hişê çêkirî dê çawa bikar bînin.”
‘Divê em hişê çêkirî bikin bin xizmeta xwe’
Genim destnîşan kir ku di warê hunerê de pêşketina teknolojiyê divê werin ceribandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê huner û hunermend van tiştan bikar bîne. Lê divê ne li gorî ‘moderniteya kapîtalîst’ bikar bîne, li gorî hişmendiya xwe bikar bîne. Hunermend li gorî vê pêşketinê rêyekê bidin pêşiya xwe. Ji sala 2007an şûn ve tiştekî nû hat ceribandin. Plastîk têk çû. 20 sal berê karê plastîkê tiştekî din bû. Kaset dihatin çapkirin, endirustiya vî karî ew bûn. Huner tiştekî din da pêşiya xwe û plastîk têk çû. Hemû kaset di destê kesên firoşkaran de man. Li gorî tiştên nûjen xwe plansazî nekiribûn. Kesên dixebitîn li gorî wê demê gav neavêtin. Li gorî wê em bifikirin di carekî de negot ‘wa ez têm’. Diyarbû kû ew tişt tê. Niha jî tu kes ne amede ye. Kesên bi hunerê re eleqedar dibin hê nizanin ku dê çawa bertek bidin. Hê difikirin ku ‘em bikevin xizmeta wê, an jî wê di bin xizmeta xwe de bixebitînin’. Ya rast ew e ku divê em hişê çêkirî bikin bin xizmeta xwe. Divê em hişê çêkirî li gorî xwe saz bikin û bidin xebitandin. Hewceye ku em hişê çêkirî bikar bînin, nexwe em ê bi paş ve bimînin.”
‘Modernîteya Kapitalîst çandê dike bazar’
Genim bi bîr xist ku îro her kes dikare ji ChatGBT û sepanên din ên hişê çêkirî re bibêje ji min re stranek çêbike û got: “ChatGBT dikare çend mînakan jî amede biki. Lê hunermendek bibêje aranjorê xwe ‘ji min re çend mînak jî amede bike’ dê bibêje ‘ev gelek dem digire’. Di karê me de dem gelek girîng e. Îro em di nava xwe de ev tiştên nûjen dinirxînin, hin kes dibêjin ‘hişê çêkirî tiştekî baş e’ em jî dibêjin tiştekî baş e. Lê divê em diyar bikin ku em ê hişê çêkirî çawa bikar bînin. Strana ‘Here Gulê’ îro li cîhanê bûye trend. Di danasîna çandê de çandê zûtir dide nasîn. Lê neyîna wî jî heye. Modernîteya kapîtalîst çandê dike amûra bazarê. Di nava wê bazarê de jî ev tişt gelek tê xerckirin. Berê stranek heta salekê digihîşt gel, îro di nava 30 saniyeyan de digihîje gel. Êdî gel tenê herî zêde deqîqeyek li stranan guhdar dike. Di warê guhdarîkirinê de naverok hate şikestin. Li gorî vê lez û bezê, guhdarîkirina li stranan kêm dibe. Civak êdî dixwaze di nava deqîqeyekê de ji stranê fêm bike. Divê em jî li gorî wê baldar bin.”
‘Gelek kesên zîrek hene ku karê hişê çêkirî çêdikin’
Genim diyar kir ku kesek jî dikare bi hişê çêkirî îro stran amade bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hişê çêkiri hin kes bêkar dê bimînin, kesên ku karê aranjoriyê dikin dê bêkar bimînin. Ev aliyê neyînî ye. Divê kesên ku bi hunerê re eleqedar dibin nekevin bin bandora wê û hişê çêkirî bikin bin xizmeta xwe. Tişta girîng ev e. Gelek kesên zîrek hene ku karê hişê çêkirî çêdikin. Di demên pêş de ew ê karên cuda cuda çêbikin. Dibe ku di rojên pêş de karên amûran jî çêbikin. Ev yek wê di nava hunerê de şikestinekê çêbike an neke ev tê nirxandin.”












