Hunermend Kasim Taşdogan, bi straneke nû derket pêşberî hezkiriyên muzîka Kurdî. Strana ku gotinên wê girtiyê azadiya Ramazan Çeper nivîsandiye, muzîk û beste ji aliyê Hunermend Kasim ve hate amadekirin û belavkirin.
Hunermend Kasim Taşdogan strana nû ya bi navê “Destana Serhedê” di platformên medyaya dîjîtal û malperên muzîkê de belav kir. Guhdarên Kasim û hezkiriyên muzîka Kurdî dikarin li ser platformên medya dîjîtal xwe bigihînin strana “Destana Serhedê” ku ji aliyê girtiyê azadiyê Ramazan Çeper ve hatiye nivîsandin.
Vê berhema hunerî bi hevkariya çend navên girîng hatiye amadekirin. Gotinên stranê ango helbest a girtiyê azadiyê Ramazan Çeper e. Muzîk û besteya wê jî Kasim Taşdogan çêkiriye. Qeyda stranê jî Praksis amade kiriye.
Bêmalê Keko û ruhê dengbêjiyê
Yek ji taybetmendiyên herî balkêş a “Destana Serhedê” beşa fînalê ye. Di vê beşê de dengbêjê naskirî Bêmalê Keko bi kilama “Qasimo” rengê dengbêjiya klasîk li ruhê stranê zêde kiriye.
Strana ku Kasim Taşdogan belav kir ji aliyê hezkiriyên muzîka Kurdî ve gelek hate ecibandin û parvekirin.
Gotinên stranê bi vî rengî ye:
“Di hembêza min de bilindahiyek Sîpanî
Di paşila min de zozanek Elegezî
Di navde hespek bezok bi kihêliya Serhedî
Çargavî, dibeze dibeze kezî Bakur î
Zînê qafqasî ye hey hey hey hey
Li ser pişta edlanî
Tu dibê qey zozanê ezmaniye
Li ber simên elendî
Dejavûya Mihemed Elî ye hey hey hey
Di dilistana min de li Kela Bazîdê
Li ser mêrgên zozanî şopa simê hespê bezok
Li ser dilê me şopên paşerojek Serhedî
Emê dîsa bikin rêgeh wî welatê zere-keskî
Li welatê serhedê hey hey hey hey
Em ê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin
Em ê, ‘Qasimo’ bêjin
Em ê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin
Em ê ‘Qasimo’…”












