• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

Heval Onkol - Sîpan Batmaz / AW

27 NÎSAN 2026 - 09:43
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz derbarê talana xwezaya ya li Mûşê û herêmê tê domandin axivî û diyar kir ku li Kurdistanê proje ne tenê ji bo aboriyê lê ji bo “fetisandina jiyanê” tên amadekirin. Sumeyye Boz li dijî talana xwezayê banga têkoşîna hevpar kir.

Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, têkildarî projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ên li Vartoyê û talana li ser Çemê Muradê û Deşta Şênê, ji ajansa me re axivî. Sumeyye Boz, bal kişand ser polîtîkayên texrîbata ekolojiyê yên li Kurdistan û Kurdistanê û destnîşan kir ku li herêmê xweza bi polîtîkayên “ewlehiyê” tê talankirin.

‘Li Kurdistanê armanc qirkirina jiyanê ye’

Sumeyye Boz diyar kir ku daristanên wan tên talankirin, avên wan tên jehrîkirin û wiha got: “Ev projeyekî dagirkeriyê ye. Li aliyê Tirkiyeyê ev polîtîka bi hişmendiya aborî û kapîtalîzmê tên meşandin. Lê gava mijar dibe Kurdistan, polîtîkayên ewlehiyê yên sed salan hatine meşandin û kapîtalîzm digihîjin hev. Li vir her cure tunekirin, qirkirin û fetisandina jiyanê derdikeve holê.”

‘Divê gelên li Mûşê mil bidin hev’

Di berdewama axaftina xwe de Sumeyye Boz, bal kişand ser rewşa pirçandî ya Mûşê û wiha banga têkoşîna hevpar kir: “Mûş ne bajareke homojen e, tê de Ereb, Tirk, Kurd, Laz û Çerkez hene. Parastina Mûşê, bi helwesta jiyaneke demokratîk pêkan e. Ji bo afirandina jiyaneke nû û civakeke demokratîk, divê em têkoşîna ji bo xwezayê û azadiya jinê berfireh bikin û têkiliya wan a bi hev re bihonin.

‘Heta encameke hiqûqî tê bidestxistin divê têkoşîn bidome’

Sumeyye Boz, derbarê nîqaşên li ser “pêvajoyê” tên kirin sekinî û di pêvajoyê de bal bişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Sumeyye Boz destnîşan kir ku heta pêvajoyek şênber û hiqûqî neyê avakirin, divê têkoşîn neyê sistkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heger em têkoşînê nekin û bibêjin ‘pêvajo heye’, em ê winda bikin. Desthilatdarî polîtîkayên xwe berdewam dike, em ê jî têkoşîna xwe bikin. Her çiqas hêviya me ji aştiyê hebe jî, divê em îhtimala biryarên neyînî yên desthilatdaran jî, ji bîr nekin.”

Etîket: Deşta ŞênêekolojîMetirsiya JESêTalana Çemê Muradêtalana xwezayêWekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

10 HEZÎRAN 2026
Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

5 HEZÎRAN 2026
Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

31 GULAN 2026
Li Kanîreşê mîtînga ‘Doz û Jiyanê’: Gel dê destûrê nede talankirina qadên jiyanê

Li Kanîreşê mîtînga ‘Doz û Jiyanê’: Gel dê destûrê nede talankirina qadên jiyanê

25 NÎSAN 2026
Gimgim li dijî JESê li ser pêyan e: Welatê me ji bo me teberîk e

Gimgim li dijî JESê li ser pêyan e: Welatê me ji bo me teberîk e

25 NÎSAN 2026
Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi diruşma ‘Bijî berxwedana ciwanan’ mezûn bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (311)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne