• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    ‘Entegrasyono demokratîk rayîrê komelê demokratîk o’

    Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

    Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    ‘Entegrasyono demokratîk rayîrê komelê demokratîk o’

    Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

    Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

Mahmût Altintaş / AW

27 NÎSAN 2026 - 08:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, diyar kir ku derengxistina çarçoveya qanûnî pêvajoyê dixe xeteriyê û wiha got: “Em li bendê ne di rojên pêş de, bêyî ku meha Gulanê derbas bibe, pêşnûmayên hatine amadekirin bên parvekirin. Divê ev pêşnûme bibin yek û nêrîna hemû aliyan bê girtin. Li gorî vê yekê qanûn dikarin bên çêkirin.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kiriye, berdewam dike. Lê belê hemû beşên civakê rêveçûna pêvajoyê qels dibînin û raya giştî ya demokratîk li benda çêkirina qanûnan e. Desthilatdarî û dewlet, bi hinceta “Nehatiye tespîtkirin ku endamên rêxistinê çekên xwe berdane” pêvajoya çêkirina qanûnan dereng dixe. Her wiha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya wî di rojeva raya giştî de nîqaşa sereke ye. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, der barê qonaxa ku pêvajo gihiştiyê û çêkirina qanûnan de ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo pêvajo bidome pêwîstî bi qanûnan heye’

Tayîp Temel bi bîr xist ku di 27ê Sibatê de dema banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi devkî gotibû ‘Ji bo banga 27ê Sibatê bikeve meriyetê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye’ û wiha axivî: “Rêber Ocalan di daxuyaniyê de gotibû, ‘Danîna çekan, terikandina zemîna şer û pêkanîna aştî û azadiyê bi derxistina qanûnan pêkan e.’ Yanî heke bi qanûnan bên derxistin, daxuyaniya 27ê Sibatê watedar e. Ev salek e ku raya giştî li benda çarçoveya qanûnî ye. Heyeta me bi dewletê, Rêber Ocalan û Rêveberiya Tevgera Azadiyê re hevdîtinan dike. Di van hevdîtinan hemûyan de tiştekî esasî tê xwestin; ev pêvajo bi awayekî defakto nameşe û pêwîstiya wê bi qanûnan heye. Yanî hûn çi bikin jî, heke aliyê wê yê qanûnî tune be baweriya gel qels dibe. Niha em di wê rewşê de ne.”

‘Derengmayîna qanûnan pêvajoyê dixe xeteriyê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Temel li ser xitimîn ango pêşveneçûna pêvajoyê jî diyar kir ku pêvajo di du mijaran de hatiye xitimandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara yekem çarçoveya qanûnî ye. Qanûneke ku tu kesî li derve nehêle, qanûneke ku hemû şoreşgerên li derveyî qanûnê hatine hiştin, bêyî ku werin lêpirsînkirin û darizandin tevlî siyaseta demokratîk bibin, pêwîst e. Ji ber wê jî tişta ku pêvajoyê giran dike derxistina çarçoveya qanûnî ye. Sedema derengxistinê îktîdar e. Li gorî texmînên me 2 sedemên wê hene: Ya yekem, hesabên cuda tên kirin. Yanî bendewariyên hilbijartinê, dengan û parastina desthilatdariya xwe. Ya duyem jî pêşveçûnên herêmî ne ku bandorê li derengmayîna pêvajoyê dikin. Wekî pêşveçûnên Sûriye, Îran û Rojhilata Navîn. Lê di vê serdema ku her der şer e, divê ji bo aştiyê lez bê kirin û ji bo qanûnên azadiyê acele bê kirin. Lê ev yek pêk nayê. Derengmayîna çêkirina qanûnan pêvajoyê dixe xetereyê û jehrî dike. Îhtîmal heye gelek hêzên dijberî pêvajoyê bikevin dewrê. Îhtîmal heye meylên şer xurt bibin û aştîxwaz bêhêvî bibin. Ji ber wê jî em li vir dibêjin; ji bo hêvî neşkên, bendewariya aştîxwazan kêm nebe û destê şerxwazan xurt nebe, divê partiyên siyasî qanûnên aştî û azadiyê li Meclisê nîqaş bikin.”

‘Heke şertên Rêber Ocalan neyên sererastkirin pêvajo nagihije encamê’

Temel destnîşan kir ku mijara duyem a ku pêvajo xitimandiye, şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: “Helbet muxatabên ku qanûn bi wan re bê muzakerekirin yek Tevgera Azadiya Kurd e û yê din jî Rêber Ocalan e. Divê qanûn bi wan re bê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de mijara duyem a xitimîna pêvajoyê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Rêzdar Ocalan dixwaze vê pêvajoyê bibe serî. Gelek rîsk girtin ser xwe û biryarên yekalî girtin. Tevgera Azadiyê hemû biryarên ku ji aliyê Rêzdar Ocalan ve hatine girtin pêk anîn. Lê şert û mercên Birêz Ocalan hîn jî nehatine guhertin. Bi hevdîtina heyeteke dewletê, DEM Partî û çûyîna parêzer û malbatê ev pêvajo naçe serî. Heke şert û mercên Birêz Ocalan neyên sererastkirin pêvajo dê her tim hêdî bimeşe û nagihêje encamê. Vê yekê dewlet jî dizane. Tevgera Azadiyê jî di kongreya xwe de destnîşan kir ku divê ev pêvajo bi pêşengiya Birêz Ocalan di şert û mercên azad de bê meşandin. Lê di vir de jî pirsgirêk heye. Ji bo wê jî yek ji sedemên ku pêvajo xitimiye şert û mercên azad ên Rêber Ocalan ne.”

‘Di hevdîtina dawî ya bi Rêber Ocalan re gelek mijar hatin nîqaşkirin’

Temel der barê hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da zanîn ku gelek mijar hatine nîqaşkirin û ev tişt anîn ziman: “Qonaxa duyem a pêvajoyê bi tevahî hat nîqaşkirin. Piştî rapora hevpar a komîsyona meclisê qonaxa yekem bi dawî bû û pêwîst bû qonaxa duyem a pêvajoyê dest pê bikira. Ji bo wê jî ew hevdîtin ji qonaxa yekem derbasbûna qonaxa duyem bû. Mijarên gavavêtinên nû, bendewariyên dewletê û bendewariyên Tevgera Azadiyê ku bi xwe ragihandibûn, hatin nîqaşkirin. Li ser navê pêkhateyên siyaseta Kurd, Rêber Ocalan bi dewletê re gelek nîqaş kirin. Yek ji van jî çarçoveya qanûnî bû. Der barê çarçoveya qanûnî de çi pêwîst bû hat nîqaşkirin. Yanî PKKê çi dixwaze, Birêz Ocalan çi dixwaze û kîjan qanûn dikare şer û pevçûnan bi dawî bike, ew mijar hatin nîqaşkirin û çarçoveya wê hat danîn. Pirsgirêka Kurdan a çand, ziman, nasname û temsîliyetê nîqaşeke demdirêj e, yanî ne nîqaşa îro ye. Nîqaşa ku niha tê kirin ew e ku şer û çek ji dewrê derkevin û piştre nîqaşeke nû dest pê bike.”

‘Zekî Bayhan piştî dermankirinê derbasî Girava Îmraliyê bûye’

Temel ragihand ku girtiyê 30 salî Zekî Bayhan ê ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dima û li Îzmîrê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî tedawiyê derbasî Girava Îmraliyê bûye. Temel têkildarî çûyîna heyeta DEM Partiyê ya Girava Îmraliyê jî ev tişt gotin: “Çûyîna heyetê ya li giravê ne çareserî ye. Çareserî ew e ku şert û mercên Birêz Ocalan bên sererastkirin û bikaribe kar û barên xwe yên muzakereyê pêk bîne. Ji bo wê jî çûyîna heyetê ya giravê an jî amadekirina avahiyekê ne mesele ye. Çareserî li ku dibe bila bibe, divê Birêz Ocalan bi daxwaza xwe bimîne û têkiliyên wî bê sînor û bê astengî bin. Mesele ev e.”

‘Em li bendê ne ku pêşnûmayên qanûnî bên parvekirin’

Temel anî ziman ku ew li bendê ne di rojên pêş de pêşnûmayên hatine amadekirin bên parvekirin û wiha got: “Xebata desthilatdarî û hêzên muxalefetê heye. Her wiha wekî DEM Partî xebatên me jî hene. Em di rojên pêş de li bendê ne ku bêyî meha Gulanê derbas bike, pêşnûmayên hatine amadekirin bên parvekirin. Ev taslax bibin yek û xizmetî çareseriyê bikin, di wê çarçoveyê de Meclis nîqaş bike û nêrîna hemû aliyan bê girtin û li gorî wê qanûn bên çêkirin. Em li bendê ne ku xebatên her kesî li Meclisê bibin yek.”

‘Divê înîsiyatîfên aştiyê bên avakirin’

Di dawiya axaftina xwe de Temel destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê înîsiyatîfên aştiyê bên avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû aliyên vê meseleyê bi berpirsyarî tevbigerin, da ku ew şansê dîrokî yê ku ketiye pêşiya gelê Kurd û gelê Tirk berhewa nebe. Di vî alî de yê ku berpirsyariya xwe bê kêmasî bi cih tîne Rêber Ocalan e. Wekî DEM Partî em dibêjin divê înîsiyatîfên aştiyê bên avakirin. Bi milyonan mirov derkevin kolanan û daxwaza aştiyê bikin. Aştî ji nan û avê girîngtir e. Li cihekî ku aştî tune be, li wir birçîbûn û mirin heye; demokrasî û hiqûq li wir nabe. Şer hêlîna hemû xerabiyan e. Ji ber wê jî derfeteke mezin heye. Helbet ji aliyê dewletê ve jî hin gav hatine avêtin. Lê gavên esasî yên wekî hiqûq û demokrasiyê nehatine avêtin. Ev yek jî ji bo Kurdan û hêzên demokrasiyê cihê fikarê ye. Ji bo wê jî em dibêjin; divê qanûnên pêwîst bên derxistin û şert û mercên Rêzdar Ocalan bên sererastkirin. Siyasetmedar û akademîsyenên girtî bên berdan. Hevşaredarên ku ji peywirê hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe û bêedaletiya heyî bi dawî bibe. Ev yek dê baweriyê jî xurt bike.”

Etîket: Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê BerpirsyarPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTayîp Temel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

27 NÎSAN 2026
Bi hezaran ji bo aştî û azadiyê herikîn qada mîtîngê

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

26 NÎSAN 2026
Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

25 NÎSAN 2026
Bakirhan bang li Serokkomar Erdogan kir: Aştî li benda lêdana mohrê ye

Bakirhan bang li Serokkomar Erdogan kir: Aştî li benda lêdana mohrê ye

23 NÎSAN 2026
Mehmet Emîn Ekmen: Bêyî tespît û teyîdê divê qanûn bihata çêkirin

Mehmet Emîn Ekmen: Bêyî tespît û teyîdê divê qanûn bihata çêkirin

23 NÎSAN 2026
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamoste û şagirta BKMê: Hişê çêkirî ji bo huner û hestan xetere ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin ruhê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (940)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne