Karkerên Madenê ku 9 roj in li Enqereyê di greva birçîbûnê de ne, daxwazên wan bi cih hatin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya karkeran rojan berdewam kir. Piştî ku daxwazên karkeran bi cih hatin, dawî li çalakiya xwe anîn.
Karkeran piştî bi Wezareta Enerjiyê re hevdîtin kirin ragihandin ku çalakiya wan encam daye û wan heqê xwe bi dest xistine.













