Enqere – Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl anî ziman ku Hikûmeta Demkî ya Şamê ji bilî dewletê tiştekî qebûl nake û got: “Hikûmeta Şamê entegrasyonê weke me nabîne. Dibêjin her tiştî teslîmî me bikin. Şam ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.”
Li gor Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê li Rojava û Sûriyeyê berdewam dike. Li gor xalên peymanê koçberên Efrînê kom bi kom vêdigerin cih û warên xwe. Her wiha ji aliyê saziyên rêveberiyê ve jî hê pêşketin çêbûn û pêvajoya entegrasyona saziyên rêveberiyê berdewam dike. Lê hebûna Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) hê jî ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve nayê qebûl kirin. Tevî peymanê jî dorpeça li ser Kobanê jî bi tevahî ranebûyê û li gundewarên Kobanê komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê provakasyonan dikin. Yek jî xala bingehîn a peymanê ew bû ku komên giredayî Tirkiyeyê û bajarên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye jî Tirkiyeyê hezên xwe bikşîne. Lê heta niha ew yek pêknehatiyê û hebûna Tirkiyeyê li herême pêvajoya entegrasyonê re astengiyan derdixînê.
Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê pêvajoya entegrasyonê, hevdîtinên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re û geşdanên li herêmê de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Pêvajoya entegrasyonê ku piştî peymana agirbesta 29ê Çileyê destpêkiribû berdewam dike. Lê di gelek aliyan de wisa xuyaye pêvajoya entegrasyonê giran dimeşe. Gelo sedema giran bû ne çi ye? Di bingehê de çi pirsgirêk hene?
Hikumeta Şamê jî navê entegrasyonê bikartînin lê nêzikatiya wan cuda ye. Tişta em ji bo entegrasyonê dibêjin; Entegrasyona Demokratîk e. Yanî Demokrasî û dewlet çawa dikarê bi hev re bijî. Li aliyekî civaka demokratik xwe bi rêxistin dike û bi dewletê re dikevin tekiliyê. Divê rêxistinbûyina civaka demokratik bê qebûl kirin. Yanî her dû alî hev dû qebûl bikin û li ser vê esasê bi hev re kar bikin. Em wisa nêzîk dibin. Lê Şam wisa nêzik nabe. Dibêjin hertiştî teslîmî me bike. Yanî ew dibêjin bila dewlet tenê hebe û pergala demokratîk ango civakî tunê be. Divê piştî peymana 29ê Çileyê gavên pratîkî bihata avetin. Lê gavên hatinê avetin li gor tişta tê xwestin pir kêm in. Tenê li parazgeha Hesekê 67 miduriyetî hene. Pêwîst bû nûnerên vê herême di nav saziyên dewletê de cih bigirta. Lê di 67 sazî ango miduriyetan de tenê 3ê miduriyetan karê hevbeş tên meşandin û yên din hê ma ne. Sedema wê jî nêzikatiya Şamê ya ji bilî dewletê tiştek din naxwazin. Qala Rêveberiyên Xwecihî dikin lê di pratîkê de heşmendiya wan ne ew e. Ew di bin bandora guherînên li herême diqewimin tevdigerin. Di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Tirkiye pêvajoya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çawa dimeşînê û bi çi helwestê nêzîk dibe ew helwest bandor li Tirkiyeyê jî dike. Her wiha şerê Îranê jî bandor dike. Li benda encamê şerê Îranê disekinin. Heta niha me nêzikatiyeke wisa ji dil dixwazin pergaleke demokrasî ava bikin nêdît. Hikumetek ava kirinê lê nûnerê me di nav de tune ne. Nezikatiyeke ku ne ji bo çareseriyê lê berovajî wê aloziyan kûrtir dike heye.
*Koçberên Efrînê vêgeriyan cih û warên xwe lê li Girê Spî û Serêkaniyê koçber ji ber hebûna hezên Tirkiyeyê nikarinê vegerin cih û warên xwe. Tevî nêzî 3 meh li ser peymanê re derbasbûnê jî Tirkiyeyê hê jî hezên xwe li wan herêman vênekişandinê. Hebûna Tirkiyeyê li herême xetereyeke çawa ji bo peymanê derdixîne?
Ji hezên lêşkerî zêdetir Tirkiyeyê rêveberiya Sûriyeyê xistiyê destê xwe. Tirkiye bixwe Sûriyê rêve dibe. Ji ber wê hezên wê li Sûriyeyê hebin an tune bin pir ne girîng e. Dibe ku bandor hebe lê ne sereke ye. Ya serekê ew e ku Şamê birêve dibin. Tirkiye di sala 2012an vir de dewleta herî bi bandor li ser Sûriyê ye. Heke bixwazin li Sûriyeyê çareseriyek pêk were divê Tirkiye helwesta xwe ya Sûriyeyê biguherîne. Tirkiyeyê dê helwesta xwe çawa biguherîne; Ew jî giredayî 2 tiştan e. Yek, nêzikatiya li dijî Kurdan. Ya din jî nêzikatiya li dijî pergala demokratîk. Divê Tirkiye vê yekê fehm bike. Kurd ji bo Tirkiyeyê ne xetere ne û zerarê nadin Tirkiyeyê. Kurd aştîxwazin û dixwazin bi awayekî wekhev û azad dixwazin bijîn. Niha li bakur pêvajoyek destpêkiriye. Nêzikatiya berê ya Sûriyeyê ne fayde dide Sûriyeyê ne jî Tirkiyeyê. Heke metirsiyeke wan hebe şewaza herî baş pirsgirêka Kurd di hundirê xwe de çareser bike. Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk ku Serok Apo destpêkiriye bi erênî nêzik bikin. Heke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve metirsiyên wan jî namînin. Nêzikatiya Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û taybet jî Kurdan re divê ne weke berê be. Divê Tirkiye jî berjewendiya xwe ya Sûriyeyê di çareseriyê de bibîne. Divê dev jî mudaxale kirina li dijî pergaleke demokratîk berde. Projeya me ew ê ku em li Sûriyeyê pergaleke demokratîk ava bikin. Ew yek metirsiyê nade Tirkiyeyê. Berovajî wê ji bo Tirkiyeyê jî aramî ye. Bi wî awayî welatiyên me jî dikarin bi rihetî vegerin cih û warên xwe. Divê Tirkiye jî ji bo vegera welatiyan alîkar be. Ew yek ji bo jiyaneke hevbeş û aştiyê bingeheke ava dike.
*Piştî peymanê ji aliyê saziyên fermî ve hin gavên entegrasyon pêk hat lê hê jî di gelek saziyan de entegrasyon pêk nehatiye. Niha şûn vê ji aliyê kîjan saziyan ve entegrasyon dê pêk were û ji bo van saziyan dan û standinên bi hikumeta Şamê re di çi astê de berdewam dikin?
Saziyên xizmetê, perwerdehiyê, tenduristiyê û hemû qadên jiyanê divê entegre bibin û karê xwe bikin. Yanî divê hemû saziyên li vir kar û xebatên xwe bikin lê ji Sûriyeyê cuda nebin. Li ser vê yekê hinek xebat hene. Hê xebat henê divê Şamê werin kirin lê hê xebat jî hene divê li herêmê bên kirin. Weke petrol, sînor û tiştên tevahî herêmê alaqadar dikin divê Şamê bên rêveberin. Lê weke şeredariyan hin tişt hene ku herêmî ne û divê li herême bên rêvebirin. Her wiha ewlehî û perwerde jî divê li herêmî be. Her herêm xwedî taybetmendiyekê ye. Li gor taybetmendiya xwe bi awayekî ku pergala giştî ya perwerdehiyê re ne nakok be bê dayîn. Yanî zimanê herêmê Kurdiyê. Divê li herême hem bi Kurdî û hem jî bi Erebî perwerdehî bê dayîn. Li herêmên Suryan û pêkhatiyên din hene jî ew jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ew dibe taybetmendiyeke demokratîk û entegrasyon jî divê xwe bispere vê. Lê mixabin heta niha di mijara perwerdehiyê de tu gav nehatine avetin. Hê gotobêj berdewam dikin. Lê rastiyeke wisa heye; Heke perwerdehiya bi zimanê Kurdî qebûl nêkin û taybetmendiya çanda gelê vir qebûl nêkin tu wateya Şoreşa Rojava namîne. Şoreş ji bo pergaleke demokratîk pêk hat. Ji bo wê jî niha pêwîstî heye ku di mijarê perwerdehiyê de lihevkirinek çêbibe.
Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan tê penaskirin. Ji hemû qadên jiyanê jin pêşeng in. Divê Şam vê yekê jî qebûl bike. Yanî entegrasyon ne li gor pergala zilam be kirin. Qebûl bikin ku jin jî hene. Lê di vî alî de jî pirsgirêk hene. Hê qebûl nêkirinê ku jin di nav hezên lêşkerî de hezke xweser hebin. Hê jî bi awayekî fermî qebûl nakin ku di hemû aliyan de hejmara jin û zilaman weke hev be girtin. Li cem wan pîvaneke wisa tune ye. Dixwazin li her derê zilam hebin û jin ne pêş bin. Lê pergala me xwe disperê jinan. Di vî alî de jî hê pirsgirêk hene. Di hemû aliyan de tiştên Xweseriya Demokratîk ava kiribûn û di nava civakê de îradeyek dabû afirandin jî dixwazin tune bikin. Nêrîna wan ew ê ku destkêftiyên heyî tune bikin û vegerin beriya 2011an. Lê bila bê zanîn ew nayê qebûl kirin. Wê demê Sûriyeyê vêdigere dema Şoreş nû destpêkir. Bi vî awayî gelê Sûriyeyê di demen pêş de dîsa pêvajoyeke aloziyan bijî.
*Tevî agirbest û peymanê jî dorpeça li ser Kobanê bi temamî ranebûye. Sedema dorpeça li ser Kobanê çi ye? Di hevdîtinên bi Hikumeta Şamê de ew mijar tê gotobêjkirin? Gelo çi hincete nîşan didin?
Ew entegrasyoneke weke demokratîkbûn qebûl nakin û car caran tiştên wisa dikin meriv dibêje qey dixwazin xira bikin. Di peymanê de hatibû li hev kirin ku qeymaqamê Kobanê em diyar bikin. Yanî welatiyên Kobanê bixwe diyar bikin. Lê wan bixwe diyar kir. Ji me re navan dişinin dibêjin bila ew berpirsyar be. Yanî nêzikatiya wan a li dijî Kobanê weke ku îradeya gelê Kobanê tune ye û Şam û Heleb dê biryar bidin. Muhafizê Helebê bi serê xwe biryara Kobanê dide lê nahêlin muhafezê Hesekê biryara Qamişloyê bide. Diyarê nêzikatiyeke rast Îradeya van herêman nanêrin. Yanî dilgirtî di destê wan de hene lê heta niha dilgirtî hemû bernedane. Dibêjin em li hev hatinê lê di destê wan de dilgirtî hene. Dibêjin em li hevhatinê lê çûn û hatin weke ku tu biçe herêmeke lêşkerî. Her wiha rênadin ku gelê herême xwe bi rêxistin bikin û karê xwe bikin. Nêzikatiya wan xizmetî şoreşa Sûriyeyê nake. Pirsgirêkên pratîkî jî derdikevin. Em bi hevî ne pirsgirêk werin derbas kirin û bi awayekî serkêftî pêvajoyê bigehejînin encamê.
*Yek jî mijara girîng perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Ji aliyê pergala perwerdehiyê ve piştî entegrasyonê rewşa perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî dê çawa bibe? Li ser vê mijarê di hevdîtinên Hikumeta Şamê de çi encam derdikevin?
Tiştên li peymanê li hev kirinê dû aliyên wê hene; aliyek, perwerdehiya heta niha hatiyê kirin. Anku pergala me ya perwerdehiyê û gelek kes jî vê perdehiyê derbas bûne. Biryar ew e ku heta sala 2025-2026an kesên xwendine dê werin qebûl kirin û bi awayekî fermî dê ji aliyê dewletê ve werin erêkirin. Lê gotobêja niha tê kirin piştî sala 2026an dê çawa bibe? Ew dixwazin mufredeta Şamê bê rêvebirin û çend seat jî perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Ew jî ji aliyê Rêveberiya Rojava ve nayê qebûl kirin. Gelê me jî qebûl nakê. Em dibêjin; Gelên vê herêmê dê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin. Bila perwerdehiya zimanê Erebî jî hebe ya Kurdî jî û ya pêkhateyên din jî hebe. Yanî li herêma Kurd zêde bin Kurdî û yên bixwazin biçin Erebî hîn bikin jî bila ya Erebî hebe. Ya girîng ew ê ku di mufredatê de perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê qebûl kirin. Divê komîsyonek bê ava kirin û bi hev re mufredateke diyar bikin. Ji salên pêşya me jî bi wî awayî perwerdehî pêk were. Lê heta niha di vî warî de tiştek erênî nedanê nişan dan. Tevî ku gelek caran soz danê jî aliyê pratîkî ve tiştek tune ye. Ji aliyê destûrî ve tu gav nayê avetin. Divê bi beşdariya hemû pêkhateyan komîsyonek bihata ava kirin û destûreke nû bihata nivîsandin. Yek jî ji van mijaran mijara perwerdehiyeyê. Ew jî mijareke me ye têkoşîneyê. Divê em vê mijarê di destê wan de bernedin. Heta ji me tê divê em bizanibin; Zimanê me hebûna me ye. Çanda me hebûna me ye. Heke em çand û zimanê xwe neparêzin em ê tune bibin. Dixwazin van destkêftiyên me bi tevahî ji holê rakin. Divê hemû gelê me jî hişyar be û em van destkêftiyên xwe biparêzin.
*YPJê û saziyên jinan bi awayekî fermî ji aliyê hikumeta Şamê ve nayên qebûlkirin. Her wiha midûrên di çerçoveya entegrasyonê de hatinê peywîrdarkirin jî piraniya wan zilam in. Ji bo bi awayekî fermî qebûl kirina YPJê û temsileyeta jinan dan û standinên bi Hikumeta Şamê re di çi astê de berdewam dike? Heke di vî warî de pirsgirêk derbikevê ew dê bandoreke çawa li ser pêvajoya entegrasyonê bike?
Beriya meheke şandeyeke ji YPJê çûn Şamê û hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de nêrînên xwe jî bi wan re parvekirin. Heta niha jî dan û standin berdewam dikin. Li gor em dibînin formuleke diğerin. Formuleke ku ji vê mijarê re çareseriyê bibînê. YPJê û Tevgera Jin formulên pir erênî peşkeş dike. Lê hikumeta Şamê xwedî heşmendiyeke ku jinan tune dihesibînê. Jinan weke kirde nabînin. Lê jinek li gor heşmendiya wan ji wan re xizmetê bike qebûl dikin. Lê jineke bi îrade û rêxist qebûl nakin. Ew jî mijareke têkoşînê û mijareke serekeyê. Dû mijarên divê em paş de gav nevejin yek mijara zimanê. Perwerdehiya bi zimanê Kurdiyê û ya din jî mijara jinan e. Ew mijarê serekê ne. Heke dest ji van berdin destkêftiyên me hemû diçin. Lê heke em van biparêzin tiştên din lewaz jî bibin meriv dikarê temam bike. Lê ew ne wisa ye. Di van de gav paşta nayê avetin. Li ser vê mijarê xebatek tê kirin û têkoşîna wê berdewam dike. Heta bê qebûl kirin Jî mijara serekê ya têkoşînê ye.
*Piştî Şoreşa Rojava li gor paradîgmaya Neteweya Demokratîk di rêveberiyê de pergala komîn û meclîsan hat esasgirtin. Gelo piştî entegrasyonê pergala komîn û meclîsan dê çawa bê parastin?
Ji destpêka Şoreşê heta niha em li ser vê yekê kar û xebatan dikin; Em ê civakê çawa bikin îrade û hêz. Civak dê çawa xwe bi xwe rêve bibe. Yanî civak tiştekî wisayê ku kesek an jî saziyek jê re tiştek bike. Civak bixwe xwe ava bike. Nêzikatiya me civakê û ya dewletê ne wekhev e. Dewlet civakê weke keriyek pez dibînê û divê jê re şivanek hewce ye. Lê em wisa nanêrin. Em dibêjin civak bixwe bibe îrade. Bi rêya parlamenter an jî keyayan civak nabe îrade. Ew îrade bi komînan çêdibe. Jiyana komînal, bi hev re çêdibe. Em di sala 2011an de li ser vê pergalê dixebitin. Dibe ku kêmasiyên me hebin. Me hinek tişt kirin lê bi awayekî teşeyî ma. Cewherê wê nehat dagirtin. Me komîn ava kirin. Niha li hemû deveran komîn hene. Lê komîn negihişt wê aste ku kesên di komînan de cih digirin bi awayekî komînal bijîn. Dîsa takekesî heye û îradeya civakî dernakeve holê. Ew jî mijareke perwerdehiyê. Me sazî ava kir lê divê hundirê wê bi hişmendiya komînal a demokratîk bê dagirtin. Di salên şoreşê de berxwedana civaka me, rihê welatparêziyê û hevgirtina gel û xwedî derketina gel a destkêftiyan encama vê pergalê ne. Lê têrê nake. Niha şûn vê jî divê em bi israr bikin ku komînên demokratîk ava bikin. Pergala kapîtalizme bi her awayî hikûm dike divê em wisa nefikirin û dest jê bernedin. Berovajî wê herêma me herêmeke dîrokiyê û em dikarin vê taybetmendiyê zindî bikin. Peyva komîn di vê civakê de derketiye. Aidî vê civakê ye û xwezayî ye. Heke em vê yekê bikin em dikarin azad bijîn. Em nakin em ê wek kole bimînin. Dewletên te jî hebe heke ne îrada te be tu koleyî. Weke çûkek di kafesa zêr de ye. Yanî tu kefesa zêr de be jî tu nikarê bifirî. Ji bo wê em di vê mijarê de paşta gav neavejin. Mijarên entegrasyonê cuda ne lê ya rêxistinî cuda ye. Entegrasyon di navbera me û dewletê de ye. Lê ew ne wê wateyê ez ê dev jî rêxistina xwe berdim. Yanî kar û xebatên me yên rêxistinî bi dewletê re alaqaya wê tune ye.












