Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser pirsa rojnamegeran a derbarê doza Rojîn Kabaîş û Gulîstan Dokuyê diyar kir ku ji bo doza Rojîn Kabaîşê tîmeke nû hatiyê avakirin û ji bo Gulîstan Dokuyê jî da zanîn ku ji bo Umut Altaş ê yek jî faîlê dosyayê ye, bultena sor derxistine.
Wezîre Dadê Akin Gurlek beriya civîna Koma AKPê pirsên rojnamegeran bersivand. Akin Gurlek li ser pirsa doza Rojîn Kabaîşê bi lêv kir ku ji bo lêkolîn kirinê tîmeke nû hatiyê avakirin û wiha got: “Ji bo di dozê de derbasî qonaxeke krîtîk bibin, divê şîfreya telefona wê were vekirin. Heke em karibin di doza Rojîn Kabaîşê de şîfreya telefonê vekin, em ê ji bo lêpirsînê derbasî qonaxeke girîng bibin. Di vê çarçoveyê de me tîmeke navxweyî ava kir û em ji aliyê teknîkî ve dixebitin. Em li benda encamên erênî ne.
Ji bo Umut Altaş bultena sor hat derxistin
Akin Gurlek li ser pirsa Gulîstan Dokuyê jî diyar kir ku ji bo Umut Altaş ê yek jî faîlê dozê ye bultena sor derxistine û got: “Me ji bo Umut Altaş bultena sor derxistiye û em li benda radestkirina wî ne. Lêpirsîn didome. Zêdekirina sûcên li dijî zarokan di rojeva me de ye. Di Pakêta Darazê ya 12an de, dê ji bo zêdekirina cezayên sûcên li hemberî zarokan pêngaveke me hebe.”
Akin Gurlek da zanîn ku ji bo lêkolînkirina dosyayên “Faîl nediyar” komîteyeke taybet hatiyê avakirin û wiha axivî: “Me 632 dosya ji dadgehê kişandin û lêkolîna wan dikin. Lê bi awayekî şênber em nikarin bejin dosyayek dê were vekirin û faîl dê derkevin holê. Temînata wê tune ye.”









