Amed – Weqfa Mezopotamyayê xebatên xwe yên kovarên folklor û ziman, bi armanca derbaskirina sînoran û parastina çavkaniyên devkî veguherand qada dîjîtal. Nivîskar û rêveberê Weqfê Bahoz Baran folklorê weke “Bîra Kurdan” pênase kir û bang li dezgehan kir ku ji bo berhevkariya çanda devkî demildest dest bi xebatên pergalî bikin.
Weqfa Mezopotamyayê ji sala 2017an vir ve 15 hejmar kovara “Folklora Me” û 6 hejmar jî kovara “Folklor û Ziman” çap kirine. Weqfa Mezopotamyayê, ji bo parastin, berhevkirin û gihandina folklora Kurdî ya ji bo nifşên nû, pêngaveke girîng avêt û xebatên xwe yên kovarê di heman demê de dîjîtalîze jî dike. Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran derbarê projeyên weqfê yên nû, girîngiya ziman û folklora Kurdî û xebatên berhevkariyê de ji ajansa me re axivî.
‘Armanca me gihîştina her çar parçeyên Kurdistanê ye’
Bahoz Baran di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku xebatên wan ên li ser folklorê ji sala 2017an ve berdewam dikin û heta niha 15 hejmarên kovara ‘Folklora Me’ bi awayekî çapkirî derxistine. Bahoz Baran destnîşan kir ku ji bo derbaskirina sînoran û xwe gihandina hemû Kurdên li cîhanê wan biryara dîjîtalîzekirina xebatên xwe girtiye û wiha got: “Ev kovar periyodîk e û salê çar hejmarên wê derdikevin. Ji bo ku em sînoran derbas bikin û bigihînin hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, me biryar da ku em kovara xwe dîjîtalîze bikin. Bi vî awayî, her Kurdek li ku dera cîhanê be, dikare bi rehetî xwe bigihîne folklora xwe, wê nas bike û bibe endamê vê sîstema em saz dikin.”
‘Pêwîstiya Kurdan bi Xebatên Analîtîk û Akademîk Heye’
Bahoz Baran destnîşan kir ku xebatên wan di bin sîwana du kovaran de bi rê ve diçin û yek ji wan “Folklora Me” ye ku ji bo weşandina xebatên qada berhevkariyê taybet e. Li ser kovara duyemîn jî Bahoz Baran ev ev yek anî ziman: “Kovara me ya din li ser folklor û ziman e; ev kovareke akademîk û bihakem e. Ji ber ku Kurd di qadên ziman û folklorê de xurt in, pêwîst e di van qadan de ne tenê xebatên berhevkariyê, lê belê gotarên zanistî û lêkolînî jî cih bigirin. Bi vî awayî em dikarin li ser materyalên xwe yên folklorî kûrtir bifikirin û xebatên analîtîk bikin.”
‘Dem li dijî me dixebite, divê em lez bikin’
Bahoz Baran bal kişand ser metirsiya tunebûna çavkaniyên devkî û bang li hemû sazî û dezgehên Kurdan kir ku xwedî li folklora xwe derkevin. Bahoz Baran folklora Kurdî weke ‘Bîra Kurdan’ pênase kir û ev hişyarî da: “Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û stûna herî xurt a vê dewlemendiyê folklor e. Mixabin heta roja îro saziyeke neteweyî û taybet ji bo folklora Kurdî nehatiye avakirin. Ev mîrateya çend hezar salî îro bi piranî di forma devkî de maye. Dem li dijî me dixebite; piştî 10-15 salên din, dibe ku dema em herin gundan em çavkaniyên devkî peyda nekin. Lewma di nava 15-20 salên pêşiya me de divê xebatên berhevkariyê lez bikin.”
Kovar niha li ser ‘folklorakurdi.com’ê ye
Bahoz Baran li ser taybetmendiyên teknîkî yên platformên dîjîtal jî diyar kir ku xwîner dikarin bi rêya têlefonên biaqil, kompîtir û tabletan bi rehetî kovarê bixwînin û ev agahî parve kir: “Di sîstema me de xwîner dikarin li peyvan bigerin û guhdariya naverokê bikin. Ev taybetmendiya dengî bi taybetî ji bo kesên çavên wan nabînin gelekî girîng e. Navnîşana malpera me ‘folklorakurdi.com’ e. Kesên ku serdana malperê dikin, dikarin destpêkê bibin endam û piştre bêpere hemû hejmarên me bixwînin. Her wiha em ji xwînerên xwe daxwaz dikin; heger li derdora wan kesên ku berhevkariyê dikin hebin, bila berhemên xwe ji me re bişînin da ku em wan biweşînin.” Bahoz Baran her wiha destnîşan kir ku di serdema siberojê de, ji bo bikaranîna sîstemên hişê çêkirî û teknolojiyên nû, pêwîstiya zimanê Kurdî bi dane û agahiyên sîstematîk ên folklorîk heye.














