Stenbol – Yek ji armanc û daxwaza 1ê Gulanê ew e ku cînayetên karkeran bê rawestandin. Li Tirkiyeyê berevajî cînayetên kar, her meh hejmarek karker di cînayetên kar de dimirin. Di 3 mehên ewil ên salê de herî kêm 432 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Her roj li bajarek, li kanek madenê, li tersxaneyekê, li kargehekê, li avahiyek înşeatê an jî li malekê cinayetên kar pêk tên. Her meh bi sedan karker ji ber kêmasî û tedbîrên nebes ên dewlet, karsaz, serkar û patronan jiyana xwe ji dest didin.
Dewlet, karsaz, serkar û patron ji bo qezenckirinê karkeran zêdetir didin xebitandin û bergirî an jî tedbîran nagirin. Karker an di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin an jî bi mehan, salan bêmeaş dixebitin. Hêrsa patronan karkeran an dixe bin erdê an jî bi birçî dihêle.
Mînaka herî berbiçav karkerên madenê yên giredayî Sendîkaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitin. Karkerên madenê zêdetirî 5 meh bûn ku nikaribûn heqdestê xwe werbigirin. Karkeran ji bo heqdestê xwe bi dest bixin ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meş li dar xistibûn û di 20ê Nîsanê de li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Karkeran madenê di nava 12 salan de tenê 2 caran meaş standine. Di encama berxwedana karkeran de dayîna meaşê karkeran çareser bû û karkeran dawî li çalakiya xwe anî.
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), her meh rapora cînayetên kar eşkere dike. Di meha Çileyê de herî kêm 155 karker, di meha Sibatê de herî kêm 129 karker, di meha Adarê de jî herî kêm 148 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 432 karker di 3 mehên ewil ên sala 2026an de jiyana xwe ji dest dane.
Meha Çileyê: 155 karker mirin e
Di meha Çileyê de 155 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 29 karker di karê înşeatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi vê hejmarê re herî zêde karker di sektora înşaatê de jiyana xwe ji dest dane. Piş wê jî 23 karker di beşkarê barkêşî de, 16 karker jî di karên metalê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî sektoran jî, 67 karker di sektora pîşesaziyê de, di sektora xizmetê de 36 karker, di sektora înşeatê de 31 karker, di sektora cotkariyê de jî 12 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde li Stenbol, li Denîzlî, li Antalya, li Aydin, li Bûrsa, li Amed, li Dîlok, li Îzmîr, li Erzirom û li Sakaryayê cinayetên karkeran pêk hatine. Di nav 146 karkeran de jî 6 karkerên jin hene. 4 karker jî koçber in. Di meha Çileyê de hêrî kêm 4 zarok jî di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 2 zarok karkerê înşeatê bûne, yek jî kuryeyê motorê, yek jî cotkar bûye.
Meha Sibatê: Herî kêm 129 karker mirin e
Di meha Sibatê de herî kêm 129 karker di cinayetê kar de jiyana xwe ji dest dane. 27 karker li sektora înşeatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi vê hejmarê herî zêde karker di karên înşeatê de jiyana xwe ji dest dane. 21 karker jî di karên barkêşî de, 12 karker jî di karên bazirganiyê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî sektoran; 49 karker di sektora pîşesaziyê de, di sektora xizmetê de 40 karker, di sektora înşeatê de 30 karker, di sektora cotkariyê de jî 7 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji 129 karkeran ji wan 3 jin in, 6 karker jî koçber in.
Di sedema mirinan de jî herî zêde karker li karên barkêşiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev jî diyar dike ku herî zêde di qezayên trafîkê de karker jiyana xwe ji dest dane. Di meha Sibatê de herî zêde li Denîzli, li Stenbol, li Antalya, li Erzirom, li Hatay, li Aydin, li Kocaeli, li Zonguldak, li Amasya, li Enqere, li Bûrsa, li Manîsa, li Sakarya, li Sewas û li Rihayê karker jiyana xwe ji dest dane.
Meha Adarê: 148 karker mirin e
Di meha Adarê de herî kêm 148 karker di cinayetê kar de jiyana xwe ji dest dan. 26 karker di karên înşaatê de jiyana xwe ji dest dane. Bi vê hejmarê re herî zêde karker di karên înşaatê de jiyana xwe ji dest dane. 23 karker jî di karê barkêşiyê de, 21 karker jî di karên cotkarî û daristanê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî sektoran jî; 56 karker di sektora pîşesaziyê de, di sektora xizmetê de 43 karker, di sektora înşeatê de 28 karker, di sektora cotkariyê de jî 21 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Cinayetên kar herî zêde li Stenbol, li Antalya, li Îzmîr, li Dîlok, li Aydin, li Bûrsa, li Mersîn, li Trabzon, li Edenê, li Kocaelî, li Sakarya, li Çankiri, li Edîrne, li Hatay, li Kutahya, li Merdîn û li Tekîrdagê qewimîne. Ji 148 karkeran 16 karkar jin in û herî kêm jî 15 karker jî koçber in.
Bi giştî 432 karker mirin e
Di meha Çileyê de 155 karker, di meha Sibatê de herî kêm 129 karker, di meha Adarê de herî kêm 148 karker di cinayetê kar de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar her meh tên nûkirin. Di 3 mehên salê de bi giştî 432 karkeran di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.













