DEM Partî dê di 1emîn salvegera wefata wî de Sirri Sureyya Onder li ser gora wî ya li Goristana Zincirlikuyu ya Stenbolê de bibîr bînê.
DEM Partî, dê di 3yê Gulanê roja yekşemê di salvegera yekêmîn a wefata wî de ji bo Sirri Surreya Onder li ser gora wî ya Goristana Zincirlikuyu ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê, bernameyeke bîranînê lidarbixe. Bernameya bîranînê dê di seat 13an de destpê bike. DEM Partiyê li ser hesabên xwe yên medyaya sanal bi sernavê “Qasidê aştiyê me tu jibîr nêkir û jibîr nakin” û dimeneke Sirri Sureyya Onder bibîranî û ji bo tevlîbûna merasîma bîranînê bang li welatiyan kir.













