Amed – Yek ji damezrînerê Koma Çiya zimanzan Zana Farqînî ku têkildarî 34emîn salvegera NÇMê axivî, destnîşan kir ku NÇMê bandoreke erênî li ser çand, ziman û hunera kurdî kir û got: “NÇM bû dibistanek. Divê saziyên weke NÇMê xurttir bibin.”
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27ê Îlona 1991an de de li dijî polîtîkayên bişaftinê û ji bo jîndarkirina çand, huner û zimanê kurdî hat avakirin, tevî hemû astengî û qedexeyan jî 34 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM ku bi xebateke komunal çanda kurdî digihîne girseyên mezin, dê di 1ê Sibatê de bi boneya 34 saliya xwe bi navê “Awazên Rojê” konserekê li dar bixe. Konser dê saet di 19.00an de li Eywana Dawetê ya Ayaz Eleganceyê were lidarxistin. Hunermendên NÇMê, Koma JinMa, Koroya Zarokan a Navenda Çandê ya Dîcleyê û Koma Govendê ya KASEDJINê dê di konserê de derkevin ser dike.
Bi boneya salvegera 34emîn a NÇMê em bi yek ji damezrînerê Koma Çiya ku di nava NÇMê de cih digirt zimanzan Zana Farqînî re axivîn.
Zana Farqînî da zanîn ku beriya NÇM were avakirin wan koma xwe ya muzîkê ava kiribû û wiha got: “Piştî ku NÇM ava bû em jî weke Koma Çiya beşdarî wê bûn. Yek ji komên pêşîn ku beşdarî nava xebatên NÇMê bû em bûn. Di wan salan de pêdiviya kurdan bi sazî û dezgehan hebû. Hêj nû vedibûn. Cihekî weke Stenbolê em xwendekar bûn devereke ku di mijarên çand, huner, ziman tiştên ku bi gelê me pê re eleqedar be em ji xwe re biçûna tune bûn. Ew sal jî salên serhildanê bûn. Gel rabibû ser piyan, raperînek hebû. Ji aliyê din ve jî hewcedariya bi xebatên çand û huner û ziman jî hebû. Ji ber vê yekê pêwîstî pê hate dîtin ku li wan deran jî saziyeke weke NÇMê bê avakirin.”
‘Dixwazî wan dîwarên heyî hilweşînî’
Zana Farqînî ku qala şert û mercên destpêka avakirina NÇMê kir, ev tişt gotin: “Şert û mercên wê demê giran bûn. Ez xwendekarê zanîngehê bûm. Li Stenbolê min zanîngeh dixwend. Ji aliyekî ve jî têkoşîn heye, deng tê, serhildan çêdibin, hişyariyek çêbûye merc giran in ziman, çand û nasname qedexe ye. Ji hêlekê ve jî dixwazî wan dîwarên heyî hilweşînî. Dengê xwe bi dinyayê bidî hesandin. An jî deng bidî têkoşîna gelê xwe. Bi her awayî pêwîstiyek bi vê yeke hebû. Çêbû. Di wan salan de NÇM hate avakirin. Piştî avakirina NÇMê Kovara Rewşenê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir. Enstituya Kurdî ya Stenbolê hate avakirin. Ev di nava NÇMê de çêbûn. Pişt re Rojnameya Welat dest bi weşanê kir. Wekî din kaset derdiketin, komên muzîkan çêdibûn, herkesê bi awayekî ji xwe re dixwest dengê xwe derxe û bêje êdî bes e. Lê bi rastî merc bi zor û zehmet bûn. Pêkûtî, tehde û qedexe hebûn. Lê ji aliyê din ve jî germahiyek hebû. Dilsoziyek jî hebû. Mirov tiştên din nedan pêş çavê xwe. Te dixwest te jî li cihê xwe li gorî zanîn û qabîliyet û pêkarîna xwe tiştekî bikî. Dengê xwe jî tev li vî dengî bikî.”
‘Hejmara kesên di nava NÇMê de pir bûn’
Zana Farqînî axaftina xwe wiha domand: “Hejmara kesên di nava NÇMê de pir bûn. Komên muzîkê, şanoyê, sînemayê, govendê ava bûn. Weşana wê Kovara Rewşen hebû. Ez bi xwe jî hem di nava Koma Çiya de bûm min stran digotin hem jî ez di nava Desteya Karê Nivîsarê ya Rewşenê de bûm. Me hem weşangerî hem jî muzîkjenî dikir. Pişt re hejmar zêde bû, komên din lê zêde bûn. Çend komên muzîkê çêbûn. Wê demê kaset hatin derxistin. Me Koma Çiya bi navê ‘Rozerîn’ kaseta xwe ya ewil derxist. Paşê koma zarokan a bi navê Koma Gulên Mezrabotan wekî din Koma Mezrabotan, Agirê Jiyan komên din tev li bûn. Teatreya Jiyana Nû, beşa sînemayê çêbû. Koma Serhildan a govendê bû. Endamên wê pir jî bûn. Êdî ji Stenbolê derket. Şaxên wê li Edeneyê û Amedê çêbûn. Hejmar zêde bû. Ez bi xwe zêde nemam. Wekî sal û nîvek mam êdî min dev ji muzîkê berda ez derbasî rojnamegeriyê bûm. Derbasî Welat bûm. Piştî Welat, Welatê Me, pişt re Azadiya Welat. Min şeş-heft salan rojnamegerî jî kir. Paşê min dev ji wan jî berda û giraniya xwe da ser ziman.”
Rola NÇMê ya li ser çand, ziman û hunera kurdî
Zana Farqînî rol û misyona NÇMê ya li ser çand, ziman û hunera kurdî wiha vegot: “Heke mirov ji bo Bakur bibêje, divê mirov rol û misyona NÇMê divê mirov bibîne. An ku li Bakur çi kir? Di warê çand û hunerê de çi bandor kir? Ji bo gelek kesan bû dibistanek. Derçûyên wê dibistanê îro hin ji wan di warê xwe de sereke ne, naskirî ne, tekane ne. Ev jî girîngiya saziyîbûyînê nîşan dide. Gava saziyeke te hebe û kesên xwedî kabîliyet hebin û di van saziyan de bigihijin hevdû pêşketin zûtir çêdibe. Xebatên pêkreyî baştir çêdibin. Ji bo gelên bindest divê mirov girîngiya sazîbûyînê paşguh neke. Di wan saziyan de cih bigire. Bibe sedem ku ji xwe re ekolekê ava bike. Di warên xwe de hem berhemên hêja yên rê nişan de hem kesên gihiştî bike ku di vî warî de tesîreke erênî li çand û zimanê gelê xwe bikin. NÇM ji van aliyan ve bû dibistanek.”
Rewşa hilberîna salên 90î û ya salên niha
Zana Farqînî qala hilberîna salên 90î û ya niha kir û wiha pê de çû: “Dema em ên berê digihin hevdû dibêjin ‘ecêb em xwe zêde mezin dikin ku wê çaxê germahiyeke zêde, hilberînerî, dilsoziyek hebû lê em bîro nabînin’ ecêb em tiştekî subjektîf dibêjin an bi rastî kesên wê çaxê wiha bûn an şert û merc tesîrê dike? Tu ji min bipirsî her du jî ne. Divê mirov tenê bi faktorekê ve girê nede. Tiştên destpêkê tiştên cuda ne. Ew germahî ew hest, ew hezkirin ew dilsozî dike ku tu tiştan bikî. Paşê pratîk rewşên jiyanê mercên nû ku çêdibin. Dikare hem erênî hem jî neyînî tesîrê li mirov bike. Vêca dema mirov li dinyayê jî mêze dike di şertên giran de tiştên baştir çêdibin. Dilfirehî û rehetiyê de tengasiya hilberînê çêdibe. Ez dîsa hinekê jî bi şertên destpêkê ve girêdidim. An ku tîbûnek, birçûbûnek heye, gava ku ew qenal ew sazî çêdibe ew hêza ji derve tê li wir digihije hevdû û pingar dide bi ser wê bendavê re êdî dirije. Ew jî dibe berhem û tesîreke erênî li civakê dike.”
‘Divê em qiymetê bidin çand û ziman û hunerê’
Zana Farqînî destnîşan kir ku ziman bingeha hemû hunerên gotinkî ye û wiha domand: “Ev hunerên gotinkî çi muzîk be, çi sînema be, çi şano be, çi edebiyat be û cureyên din be. Heke ziman nebe, tu nikarî wan berheman hilberînî. Dema em dibêjin çand çiye, ziman çiye? Û li penasekirina wan dinêrin, em digihin wê baweriyê ku çand bi mirov re ruhekî hevpar, aîdiyetekê, nasnameyekê çêdike. Ziman jî endamekî çandê ye. Yê ku çandê hildiberîne, vediguhêze nifşê nû û hildigire tîne roja îro ziman e. Divê zimanê te xurt be û tu bi wî zimanî hilberînên xwe yên çandî û hunerî bikî, ew çand û huner jî bi te re wê nasnameyê wê aîdiyeta hevpar çêbike ku civakê bigihîne hevdû. Ji ber vê yeke divê qedr û qîmetê çandê hebe. Ji bo ku em bibêjin em jî netewe ne çanda me, zimanê me jî heye divê em qiymetê bidin van da ku em nehelin û nebin çand û ziman û hunera serdestê xwe.”
‘Ji ber ji nîşaneyên hebûna kurdan aciz dibin rê li ber wan digirin’
Zana Farqînî ku êrişên li ser çand, ziman û hunera kurdî jî nirxandin wiha got: “Dema mirov li pratîka dinyayê dinêre. Dibêjin çima asîmîlasyon heye, zimanek tê qedexe kirin? Çima çalakiyên çandî, hunerî ku tiştên insanî û demokratîk in tên qedexekirin? Bi taybetî ew netewe dewletên ku xwe li ser yekperestiyê avakirine nahêle ji bilî ya xwe yên din serî hildin. Gava ku ew serî hildin, xuyabar bibin, bên dîtin bi wan zimanan ev çalakî bên kirin ew bibin sembola nîşana hebûna wan ew tiştên ku dixwazin pêk bînin dê neçe serî. An ku ew gavên em di warê çand û ziman de diavêjin peşkê li wan feraseta wan a tekperest dixe. Nahêle ew meqseda wan here serî. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ji xuyabarbûna çand, ziman, huner û nîşanên hebûna kurdan aciz dibin loma rê li ber wan digirin.”
‘Divê sazîbûyîn berfirehtir û xurttir bibin’
Zana Farqînî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazim hem ev sazîbûyîn berfirehtir bibin, hem jî xurttir bibin. Hêza gelê kurd ne ev hêz e. Jê zêdetir e. Maye ku hem bi saziyên xurt hem jî bi xwedîderketina li van waran. Gavên mezintir bên avêtin. Saziyên weke NÇMê û saziyên din ên pê re çêbûn divê xurttir bibin ku hem xwe bigihînin gel, hem ji gel re qenalan vekin, hem jî ew tiştê ku li ser gelê kurd bi awayekî sistematik tê pêkanîn karibin tesîra wan li ser civakê kêmtir bikin. Ji ber vê yekê berdewamiya saziyan jî pir girîng e û divê ew sazî qadroyên xwe jî winda nekin. Ew kesên ku gihiştine, karibin li wan saziyan bimînin, şert û mercên wan hinek din bên hêsankirin ku neçar nebin dev ji wan warên xwe berdin biçin li pey debara jiyanê bikevin. Ev jî rastiyeke me ya tahl e. Helbet em xwedî derfetên kêm in lê divê em zorê bidin derfetên xwe baştir bikin da ku hem berdewamiya qadroyan çêbibe hem berdewamiya van saziyan çêbibe sibêroj dema tu gihiştî meqsed û miradê xwe ew sazî berdewam bikin û berfirehtir bibin. Ku dema sibêroj tu di dîrokê de behs bikî tu dê bibêjî ev sazî ji filan salê ve hatiye avakirin û heta îro berdewam dike. Nebe tiştekî dîrokî û neçe.”