Amed – Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî bal kişand xetereyên li ser zimanê Kurdî û got: “Ziman hêmaneke netewesaz û neynika keda hezar salan e. Eger zimanê Kurdî nebe zimanê hilberîna zihnî, felsefî û zanistî, dê milet ji raboriya xwe qut bibe.”
Ziman sembola hebûn, nasname û çanda neteweyekî ye. Windebûna zimanekî bi xwe re windabûna hebûn, çand û dîrokê jî tîne. Ji ber vê yekê jî çîrok, stran, destan û serpêhatiyên gelekî bi saya ziman ji nifşekî derbasî nifşên din dibin. Têkiliyên mirovî, parvekirina hest û ramanên hevpar bi rêya zimanekî zelal pêkan e. Zimanekî dewlemend, hevgirtineke xurt a civakî jî xwe re tîne. Her wiha bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1932yan de Kovara Hawarê li Şamê bi tîpên latînî hat weşandin. 15ê Gulanê di sala 2006an de bi biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Ji vê rojê ve 15ê Gulanê bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Gelê Kurd îsal jî bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî re xwe ji bo pîrozbahiyan û rêzeçalakiyan amade dikin. Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî derbarê girîngî û xetereyên li ser ziman de Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ziman weke hêmanê netewesaz tê penasekirin’
Zana Farqînî destnîşan kir ku di dema modern de ziman weke hêmanekî netewesaz tê pênasekirin û got: “Mirov bi riya ziman ji hevdû serwext dibin, lê ji bo me ziman ne tene ew e. Aliyê herî girîng ê ziman aîdiyet û nasname ye. Neteweyên serdest ji ber vê yekê zimanên din qedexekirine û siyaseta asîmîlasyonê meşandine. Bi riya zimanê xwe yê serdest xwestine neteweyeke homojen saz bikin. Ji bo civakê, ziman bingeha avakirina çandê ye. Muzîk, sînema, şano û zanist bi ziman tên afirandin. Bi vê rêyê hîsiyat û hevpeymaniya gel çêdibe.”
‘Têkçûna zimanekî, têkçûna keda bi milyaran mirovan e’
Zana Farqînî bal kişand ser keda dîrokî ya di nav zimên de û diyar kir ku ziman ne tiştekî hêsan e ku di sed an jî hezar salan de çêbibe û wiha berdewam kir: “Di çêbûna zimanekî de keda bi milyaran mirovî heye. Ziman neynika milet e tu bi rêya ziman dikarî cîhanbîniya miletekî, bîr û bawerî, urf û adet, mîmarî û hunera vî miletî nas bikî. Raboriya her neteweyekî di zimanê wan de veşartiye. Ziman hêmaneke netewesaz û neynika keda hezaran salan e. Eger Zimanê Kurdî nebe zimanê hilberîna zihnî, felsefî û zanistî, dê milet ji raboriya xwe qut bibe. Gava zimanek ji holê radibe, ne tenê axaftin, lê raboriya hezar salan winda dibe.”
Siyaseta ‘marê nîvkuştî’
Zana Farqînî li ser siyaseta bişaftinê ya li ser Zimanê Kurdî rawestiya û diyar kir ku her çend bi têkoşînê sistayiyek çêbibe jî, pergal dixwaze Kurdî wekî zimanê rojane yê bêprestîj bihêle. Zana Farqînî ev rewş bi gotina “Marê nîvkuştî” pênase kir û ev tişt got: “Eger ziman nebe zimanê hilberîna zihnî, nebe zimanê çalakiyan û di warê perwerde û zanistê de cih negire, di civakê de ew hîsiyat tê çêkirin ku ‘zimanê me bêfonksiyon e’. Bi zanabûn rê li ber qadên nivîskî, hunerî û teknolojîk digirin daku ew hişmendiya azad di mejiyê axiverê Kurd de çênebe.”
‘Hesta zimanî qels e’
Zana Farqînî diyar kir ku di nav kesên ku xwe “hişyar” dibînin de qelsiyeke mezin a zimanî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwendekar, rewşenbîr û hunermendên me zêde qîmet nadin zimanê xwe. Hinek dibêjin ‘fikir girîng e, ziman ne girîng e’. Hinek jî dibêjin ‘Kurdî têr nake’. Kesên ku dibêjin em serkêşiya vî gelî dikin, divê bi zimanê vî gelî bidin û bistînin. Lê mixabin di vî warî de Kurd gelekî qels in.”
Platformên dîjîtal û derfeta zêrîn
Zana Farqînî bal kişand ser serdema dîjîtal û got ku platformên medyaya civakî sînoran radikin û tesîra asîmîlasyonê têk dibin. Zana Farqînî diyar kir ku Kurdî di van qadan de bi qasî ku tê xwestin nayê bikaranîn û got: “Medya dijital sînoran ji holê radike, dîwaran hildiweşîne û tesîra siyasetên asîmîlasyonîst têk dibe. Divê em qada medya dijîtal bikin di bin kontrola xwe û li gorî berjewendiya ziman û civakê bikar bînin. Tenê bi xwendinê ve nabe. Em êdî di serdemeke dijîtal de ne, divê naverokên xurt hebin ku xîtabê hem zarokan, hem ciwanan û her beşên civakê bikin. Her wiha kesên ku di qada dîjîtal de hilberînê dikin, divê Kurdiya xwe xurt bikin an jî alîkariya profesyonel bigirin daku naverokên bi kalîte çêbikin. Materyalên dîtbar û nivîskî kêm in. Divê hêzên rêxistinî yên Kurd vê qadê îhmal nekin.”
‘Zimanê ku neyê neqilkirin dimire’
Zana Farqînî da zanîn ku siberoja ziman zarok in û li ser girîngiya zimanê dayikê wiha bang li malbatên Kurd kir: “Malbat divê vî emanetî neqlî zarokan bikin. Eger ziman derbasî zarokan nebe, ew ziman li ber mirinê ye. Zarokên pirziman ji yên yekziman serkeftîtir in. Zanîna çend zimanan hucreyên mejî nû dike û kapasîteya fikrî bi pêş dixe. Zarokê ku bi zimanê dayikê mezin nebe, di îfadekirina xwe de tengasiyê dikşîne, dibe kesekî hersoyî û bi civakê re li hev nake. Zimanê dayikê bingeh e. Bi wê riyê ferdên demokrat û pirçandî yên ku mafên her kesî wekî heq dibînin, çêdibin.”
‘Rêje di bin ji sedî 20î de ye’
Zana Farqînî bal kişand ser dîroka weşangeriya Kurdî û ekola Hawarê û diyar kir ku her çend bingeha alfabeya latînî hatiye danîn jî encamên îro têrker nîn in û wiha axivî: “Di nav ciwanên me de rêjeya zanîna Kurdî daketiye binê ji sedî 20î. Ev nîşana neberdewamiya ziman e. Her çend hejmara kesên bi Kurdî dinivîsin zêde bibe jî, hejmara axiveran her diçe kêm dibe. Niha çend Kurd dikarin bi alfabeya xwe bixwînin, binivîsin. Yanî em vê rêjeyê bidin ber hevdû, em ê bibînin ku hejmar gelek gelek kêm e. Hejmara axiverên Kurdî li Bakur her diçe kêmtir dibe. Ev rewş rewşeke gelekî xerab e.”
Zana Farqînî destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û statuya wî bê naskirin û wiha domand: “Têkoşîna ji bo ziman tê dayîn mafekî rewa, demokratîk e. Divê guhertina qanûn û makeqanûnan bê kirin û zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Divê di vî warî de gav bên avêtin. Ya din jî divê Kurd qedr û qîmeta zimanê xwe bizanibin, bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe bifikirin û bi zimanê xwe hilberînê bikin.”
‘Kurdên Kurdîaxêv’
Zana Farqînî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdan kir ku meseleya ziman bikin meseleyeke stratejik û got: “Ziman divê ji salonan derkeve. Bi daxuyaniyan û bi pîrozkirina rojekê nabe. Mirina her kal û pîrekî me, windabûna gencîneyekê ye. Divê daxwaza zimanê perwerdehiyê bibe daxwazeke giştî û cemawerî. Eger em naxwazin bibin ‘Kurdên Tirkîaxêv’ an ‘Kurdên Erebîaxêv’, divê em bi zimanê xwe bijîn. Kurd divê bibin Kurdên Kurdîaxêv.”












