Amedspor di deplasmana Igdirsporê de beranber ma û bi vê skorê derket Super Lîgê.
Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de li deplesmanê bi Igdirsporê re hate gel hev. Di deqeya 6an de Igdirspor bi gola Moryke Fofana ket pêşiyê. Piştî golê Amedsporê zexta xwe ya li ser Igdirsporê zêde kir û di deqeya 19an de Hasan Alî Kaldirim bi pasa Dîa Saba gol avêt û rewş bû 1-1. Maç heta deqeya 45an jî bi heman rewşê berdewam kir. Di deqeya 45+1an de Amedsporê penaltiyek bi dest xist û Mbaye Diagne skor kir 2-1. 3 deqe piştî golê dîsa M. Diagne vê carê gol avêt kela xwe û beşa yekemîn 2-2 beranber xelas bû.
Di beşa duyemîn de Amedsporê xweş dest pê kir û di deqeya 49an de bi gola Dia Saba careke din ket pêşiyê û skor kir 3-2. Heta deqeya 80an maç asayî berdewam kir, lê di deqeya 80yan de lîstikvanê Igdirsporê Atakan Çankaya gol avêt û skor careke din bû beranber.
Maç bi vî awayî qediya û ji ber ku tîma herî nêz yê Amedsporê Esenler Erokspor jî di mala xwe de bi Pendîksporê re beranbere ma, Amedspor derbasî Super Lîgê bû.













