Jinan li Amedê 2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-hunerê li dar xist.
Bi armanca hestiyariyê ji bo keda xwe ava bikin û çand û hunera xwe bidin nasîn 2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê hat lidarxistin. Gelek hevşaredarên jin ên şaredariyên navend û navçeyan, jin, nûnerên sendîkayan, jin û aktîvîst tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtina 2yemîn a îsal li Qada Şêx Seîd bi coşeke mezin hate pêkanîn. Di hevdîtinê pankarta “Jin jiyan e, jiyan xwe birêvebirin e” hat vekirin.
Jinên bi cilên herêmî beşdarî hevdîtinê bûne, hem çand û hunera xwe dan nasîn hem jî bi tilîlî û govendan demên xweş derbas kirin.
Jinan li ser standên hatine amadekirin berhemên bi desten xwe amade kiribûn nîşan dan. Xeml û xêzên destan, alavên xemilandinê, nebatên û xwarinên herêmî yên hatine amadekirin hatîn nasandin. Standên bi keda dest a jinan hatibûn hûnandin, rastî eleqeyeke mezin hat. .
Hevdîtin bi tîlîlî û gerandina govendan domiya.
Di çarçoveya hevdîtinê de li heman qadê saet 19:00an dê Konsera Neslîhan Edîşê bê lidarxistin.














