Navenda Çanda Anatoliyayê bi boneya salvegera yekemîn a wefata Sirri Sureyya Onder bernameyek li dar xist. Di bernameyê de li ser jiyan û têkoşîna Sirri Sureyya Onder gotûbêj hat kirin.
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi boneya salvegera yekemîn a wefata Sirri Sureyya Onder li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bernameya bi bîranînê li dar xist. Endam û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî jî tevlî bernameyê bûn. Bername ji bo Sirri Sureyya Onder bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Ji Sirri re soza me aştî dê pêk were” berz kirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala jiyana Sirri Sureyya Onder dike hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê, Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, sînameger û Hevserokê DEM Partî yê Enqereyê Fatin Kanat li ser jiyan û bîranînên Sirri Sureyya Onder axivîn.
‘Sirri tu car dev jî lêgerîna aştiyê berneda’
Di serî de Mîthat Sancar axivî û diyar kir ku Sirri Sureyya Onder di nava jiyanê de kesekî têkoşer bû û xwedî prensîp bû. Mîthat Sancar bi lêv kir ku mirina wî ji bo wan windahiyeke mezin e û wiha axivî: “Em qala kîjan taybetmendiya Sirri bikin dê ew qas kêm bimînê. Sirri ji bo aştiyê kedeke mezin da. Sirri di sala 2013an de jî di Şandeya Îmraliyê de bû. Wê demê jî pir dixebitî. Pir dixwest. Wê demê ez jî di nava aqilemendan de bûm û gelek caran em dihatin li cem hev û gotûbêj dikir. Lê mixabin wê demê em negihîştin encamê. Lê Sirri tu car dev jî lêgerîna aştiyê berneda. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ew zêdetirî saleke ku mirin çênabin jî keda Sirri pir zêde bû. Sirri tu car hêviyên xwe winda nekir. Heta dawiyê jî bi hêvî bû. Ji ber ku dizanî aştî rêyeke û car caran astengî jî derdikevin. Divê em jî wisa bifikirin û dema astengî derketin bê hêvî nebin. Dixwest filmê aştiyê bikşîne. Xema wî ya mezin ew bû. Soza me ji Sirri re heye û em ê rêwitiya aştiyê bidomînin.”
‘Sirri ji çûna Îmraliyê re pir hez dikir’
Piştrê jî Mahfuz Guleryuz axivî. Mahfuz Guleryuz anî ziman ku Sirri çîrokek pir mezin e û wiha got: “Sirri weke filmê wî yê Beynel Mînel e. Weke wî filmî jiyana wî jî bi têkoşîn, berxwedan, êş û tevî vê jî bi reng û ken bû. Dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin hemû beşên civakê serdana nexweşxaneyê kirin. Ez ne bawerim kesek ew qas zêde bê hezkirin. Bijîşkan ji me re gotibû dê wefat bike. Lê me nekarî amadekariya bike, ji dest me nehat ne ku me nekarî. Ew dostaniya wî helwesteke dîrokî bû û ji aliyê Kurdan ve pir girîng bû. Kurd wateyeke mezin didin birêz Abdullah Ocalan. Carekê min jê re got ku tê kengî biçe Girava Îmraliyê. Ji min re got, ‘Di demekê nêz de.’ Min jî jê re got tu çi hîs dike; ‘Got min pir beriyê kiriye.’ Ez ji wê gotina wî pir bi bandor bûm. Teşhîsa kanserê hatibû kirin. Pir nexweş bû. Dema hevdîtin dibûn Sirri biribûn nexweşxaneyê. Lê haya kesî jê çênebû. Bijîşk jê re dibêjin divê tu ameliyat bibe. Lê ew xwe nafikire û hertim digot bila aştî were.”
‘Di wan rojên zor û zahmet de Sirri hêz û moral dida me’
Di dawiyê de jî Fatin Kanat axivî. Fatin Kanat jî Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û li ser jiyan û têkoşîna Sirri Sureyya Onder ev tişt anîn ziman: “Ez jî hevalê Sirri Sureyya Onder ê girtîgehê me. Li girtîgeha Mamakê em bi hev re man. Wê demê em di greva birçîbûnê de bûn. Ji ber greva birçîbûnê ez rakirim nexweşxaneyê. Dema ez çûm Sirri jî li wir bû. Di wan rojên zor û zahmet de Sirri hêz û moral dida me. Me şano dilîstin. Sirri lîstikvanê herî baş bû. Ji bo wekîltiyê jî ez bi Sirri re axivîm. Sirri di jiyana xwe de jî gelek zor û zahmetî dît. Di temenekî biçûk de bavê xwe winda kir. Demekê dirêj xîzanî jiya. Em pir beriyê dikin. Bi têkoşîn û bîranîna xwe dê morelê bide têkoşîna me.”
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.














