MKGê û DFGê pêla binçavkirin û girtina rojnamegerên Kurd şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tirkiye bûye zindana rojnamegerên Kurd. Li welatekî ku rojnameger lê girtî ne, mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo girtin û binçavkirina rojnamevanên Kurd şermezar bikin, li ber AZC Plazaya Ofîsa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Ceylan Akça, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBPê Narîn Gezgor, rêveberên DEM Partî, DBP, ESP, nûner û rêveberên MKG, DFG, Sendîkaya Basin-Îşê, TGSa Amedê, MLSAyê û gelek rojnamevan û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta wêneyên rojnamegerên girtî li serê bi nivîsa “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin.
Daxuyaniya bi Kurdî Seroka MKGê Roza Metîna û daxuyaniya bi Tirkî jî Hevserokê DFGê Selman Çîçek xwendin.
Bêtehamuliya li ser navê Nazim û Cîhan
Daxuyaniyê de dema qala navên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hat kirin, polîsan gefa êrişkirinê li çalakvanan xwar û polîsan bi mertalên xwe dîmengirtin û wênegirtina rojnamegeran asteng kirin. Rojnamegeran bi berzkirina dûrişmeyan nerazîbûn nîşanî helwest û astengiya polîsan dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “
“Wê binçavkirin û girtin Çapemeniya Azad nikaribe têk bibe !
Li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Rojnameger her roj bi operasyonên nû yên binçavkirinê şiyar dibin, lê belê ev binçavkirin jî tenê tên temaşekirin.
Di vê pêvajoya ku hikûmet krîzên siyasî û aborî dijî de, yên pêşî dîsa dibin hedef jî xebatkarên çapemeniyê ne. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava welatên ku di rewşeke ‘pir nebaş’ de ye.
Dema ku li Tirkiyeyê mijara azadiya çapemeniyê tê nirxandin, divê zextên li ser Çapemeniya Azad ji nêz ve bên nirxandin. Ji ber ku hemû xebatkarên çapemeniyê bi giştî di bin zextên giran de ne, xebatkarên Çapemeniya Azad û rojnamegerên Kurd vê zextê du qat bi tundî hîs dikin. Tirkiye jî wek salên borî îsal jî bûye zindana rojnamegerên Kurd. Dema em li bendê bûn ku hevalên me yên heta niha girtî bigihêjin azadiya xwe, di vê pêvajoyê de girtinên nû pêk hatin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin qetilkirin. Rojnameger Gulistan Dursun, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku li Stenbolê ev qetlîam şermezar kirin, di 22yê Kanûnê de hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Zuleyha Mûldûr a ku di operasyona li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hatibû binçavkirin jî hate girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacioglu bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” di 17ê Çileyê de, di serdegirtina malan de hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît jî di 22yê Çileyê de di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin û girtin. Di pêvajoya dawî de bi giştî 2 rojnameger hatin qetilkirin û 15 rojnameger hatin girtin.
Her wiha der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de jî bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî yên der barê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de, lêpirsîn hat vekirin.
Rûniştina doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber dozên di dema rojnamegeriya wê de hatibûn vekirin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Sofîa Alagaş di doza ku ji ber rojnamegeriyê dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt. Em careke din diyar dikin ku ev cezayê ku li Sofya Alagaş ji ber xebatên wê yên rojnamegeriyê hatiye dayîn ne hiqûqî ye û rojnamegerî nayê darizandin û em dubare dikin ku çapemeniya azad bi van cezayan tu carî gavê paşde navêje.
Rojnameger tên girtin û nahêlin ku pîşeya xwe bikin, rojnamegerên li derve dixebitin jî çêkirina wan a nûçeyan bi zextan tên astengkirin. Rojnamegerên serbest tên berdan jî her tim bi tehdîd û zordestiyê rû bi rû dimînin; Piraniya dema xwe di korîdorên edliyeyê de derbas dikin.
Em careke din dixwazin vê yekê bibêjin: Li welatekî ku rojnameger lê girtî ne, mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike.
Li gel van hemûyan sansur û astengiyên weşanê jî bênavber berdewam dikin. Ajansên nûçeyan û saziyên çapemeniyê bi awayekî sîstematîk di bin sansurê de ne. Hikûmeta AKPê gihandina nûçeyên ku jê hez nake asteng dike. Di vê pêvajoyê de ketina hesabên medyaya civakî yên ajansên wekî Rojnameya Yenî Yaşam, JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) ku dengê gel in, hat astengkirin.
Li Tirkiyeyê bi sala nû re hin însiyatîf tên kirin ku baweriya bi demokrasî û edaletê bê zindîkirin, lê ji aliyekî dinê jî ev êrîşên li ser rojnamegeran careke din diyar dike ku demokrasiya welat çiqas paşve çûye.
Li cihekî ku çapemenî ne azad be, mirov nikare behsa azadiya civakê û demokrasiyê bike. Weke hevrêyên rojnamegerên girtî em ji vir careke din bang dikin: Em ê ti carî dest ji dengê gel bernedin. Em ê ji rastiyan tawîz nedin. Heta ku ev polîtîkaya zextê ya li ser rojnamegeran bi dawî bibe û hemû hevalên me yên rojnameger ên di girtîgehê de bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Û em ê tim biqîrin, ‘Rojnamegerî ne sûc e’!”
‘Em ê navê Nazim û Cîhan li zarokên Kurdistanê bikin’
Piştî daxuyaniyê parlamenter Ceylan Akça jî axivî û helwest û astengkirina polîsan rexne kir û nerazîbûn nîşanî astengkirinê da. Akça destnîşan kir ku ew ê her daîm xwedî li navên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û wê navê her du rojnamegeran li zarokên Kurdistanê bikin û ew ê xwedî li kedkarên çapemeniya azad derkevin.
Bi dû daxuyaniyê re girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û navên rojnamegerên hatine girtin yek bi yek hatin xwendin.