Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de destnîşan dike ku bêyî ziman, civakek nikare bîra xwe ya dîrokî û xwebûna xwe biparêze û dibêje: “Zimanê civakekê ruhê wê ye, xwebûna wê ye. Li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”
Kurd bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî re xwe ji bo pîrozbahiyan û rêzeçalakiyan amade dikin. Ziman ne tenê amûreke danûstendinê ye, di heman demê de sembola hebûn, nasname û berxwedana çandî ye. Gava mirov bi zimanê xwe diaxive, ew tenê peyvan nalerizîne, lê belê dîrok û kesayetiya xwe ya civakî jî nîşan dide. Wendabûna zimanekî, wendabûna nasnameyeke taybet e. Çîrok, stran, destan û serpêhatiyên gelekî bi saya ziman ji nifşekî derbasî nifşên din dibin. Têkiliyên mirovî, parvekirina hest û ramanên hevpar bi rêya zimanekî zelal pêkan e. Zimanekî dewlemend, hevgirtineke xurt a civakî jî xwe re tîne. Ji ber vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd di dahurandinên xwe de li ser girîngiya ziman berfireh disekine û li ser tekoşîna ziman perspektîfan dide û her wiha ji bo windabûna ziman jî hişyariyan dike.
‘Ziman wekî qada berxwedanê ye’
Li gorî perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ziman ne tenê amûreke axaftinê ye, amûra herî mezin a parastina cewherî ye. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bale dikişine ser polîtîkayên asîmîlasyonê ku di serî de ziman hedef digirin û dibêje: “Parastina Kurdî weke çalakiyeke siyasî û nasnameyî ye. Dema ku zimanek winda bibe, civak jî rastî qirkirina çandî tê.”
‘Hişmendiya netew dewletê’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest nîşan dike ku ferzkirina zimanê dewletên serdest li ser kurdan, encama hişmendiya “Netew Dewletê” ye û hişyariyên tund dide û dibêje: “Mirovekî ku bi zimanê xwe nefikire, nikare bibe ‘xwebûn’ yanî vîneke azad. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û xwezayî ye. Bêyî zimanê dayikê, perwerde dibe amûreke koledariyê.”
‘Zimanê dayika mafê gerdûnî ye’
Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de her tim girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê tîne ziman û wiha dibêje: “Perwerdehiya bi zimanê biyanî an jî zimanê serdest, bîra zarokan parçe dike û wan ji kokên wan qut dike. Ji bo avakirina ‘Neteweya Demokratîk’, pêşketina zimanê Kurdî di her qadê de wekî bingehekî ye.”
Hişmendiya ‘xwenasînê’ û ziman
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de bi berfirehî qala têkiliya di navbera “Ziman, Çand û Hişmendiyê” de dike û wiha diaxive: “Her peyveke di zimanekî de, mîrateya bi hezaran salan a wê civakê ye. Loma windakirina peyvekê, windakirina dîrokê ye. Civaka ku laşê wê an jî zimanê wê hatibe girtin, hişê wê jî naxebite û naxwaze azad bibe. Ziman keleha berxwedanê ye.”
‘Çalakiya rûmetê’
Di dahurandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de parastina zimanê Kurdî wekî “Çalakiya rûmetê” tê dîtin û diyar dike ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerde, siyaset û aboriyê, xetereya li ser hebûna Kurdan bi dawî nabe û dibêje: “Her peyveke Kurdî wekî çepereke parastinê ya li dijî pergalên mêtinger tê hesibandin.”
‘Stûna sereke ya Neteweya Nemokratîk’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên derbarê “Modernîteya Demokratîk” de, ziman wekî stûna sereke ya Neteweya Demokratîk dibine û diyar dike ku şoreşa Kurdistanê di heman deme de “Şoreşa ziman” e û bang gel, ciwan û jinan dike û dibêje: “Li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasete heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”













