Wan – Li herêma Serhedê bi hatina biharê re komkirina pincar dest pê kir. Welatiyên ku pincar difiroşin anîn ziman ku ji pincarê ku wan kom kiriye derman tên çekirin lê qîymeta pincar nayê zanîn.
Bi hatina biharê û helîna berfê re li çiyayên Kurdistanê xweza hişyar dibe. Di nava xwezaya Kurdistanê de giyayên taybet cihekî gelek girîng digirin û di gelek xwarinan de jî tên bikaranîn. Ev giyayên ku weke pincar tên binavkirin, li herêma Serhedê û taybetî jî herêma Colemêrgê gelek bi nav û deng in. Pincarê ku ji çiyayên Colemêrgê têne berhevkirin, ne tenê wekî xwarin, her wiha wekî derman jî têne dîtin. Welatiyên herêmê dibêjin ku ev pincarê xwezayî ji bo zik, kezep û gelek nexweşiyan feydeyên xwe hene û bê îlac di nava xwezayê de şîn dibin.
Ji ber derengmayîna biharê pincar dereng hatine

Firoşkar Mûstafa Gîrgîn ku behsa hatina dereng ya biharê kir, diyar kir ku îsal berf zêde bariye û ji ber vê yekê jî pincar dereng şîn bûne. Mûstafa Gîrgîn anî ziman ku wan mehekê dereng dest bi firotina pincar kiriye û got: “Her sal em di 5ê nîsanê de dest bi firotina pincar dikin, lê îsal ji ber şert û mercên hewayê me di 1ê gulanê de dest pê kir. Karê me dê heta 20ê hezîranê jî berdewam bike. Hin pincar derketine, lê hêj hin jî derneketine. Sîrik, aloş, cûyîn hêj derneketine, guhbizink, kengir, mendê, gûlik, hingedan,hêliz hwd. niha li ser dezgehan in.”
‘Pincar ji bo gelek nexweşiyan derman e’
Mûstafa Gîrgîn bi domdarî behsa zehmetiya berhevkirina pincar kir û ev tişt anî ziman: “Berhevkirina pincar gelek zehmet e, kesek diçe çiya heta êvarê lê deh kîlo pincar berhev nake. Em kîloya pincar ji 220 lîreyan dikirin û bi 250 lîreyan jî difiroşin. Kîloya mendê ji me re 150 lîrayan tê û em jî didin 200 lîreyan. Bavê min ev kar dikir û niha jî ez dikim. Wê heta 20 – 30ê hezîranê karê me berdewam bike. Divê welatiyên me jî dema pincar de bacan, îsot, beqle hwd. nexwin û zêdetir pincaran di xwarinên xwe de bikar bînin. Pincar bêyî îlacên kîmyewî, bi berf û baranan derdikeve, lewma ji nexweşiyên weke mîdê, rovî û cîgerê re pir baş e. Mînak, ev hingedan e û ji bo heft derdan derman e.”
‘Pincar ji Colemêrg, Reşadiye, Tetwan, Sêrt û Nordizê tên’

Firoşkar Fikrî Kirmiş destnîşan kir ku pincarê niha li ser dezgehan tên firotin ji Colemerg, Reşadiye, Tetwan, Sêrt û Nordizê tên. Fikrî Kirmiş da zanîn ku ev pincar hemû xwezayî ne û xav jî tên xwarin û wiha pê de çû: “Berhevkirina pincar gelekî zehmet e, kesek diçe çiya û heta êvarê torbekî pincar zor kom dike. Ev jî dike 20-30 kîlo. Bihayê pincar buha ye, kîloya heliz 100, spîpincara ji bo keledoşê 250, hingedana ji bo nexweşiyan 150 û kengir jî 150 lîreyan e.”
‘Li vir kar û xebat nîn e’

Firoşkar Zekî Gîrgîn got ku berhevkirina pincar zehmet e, lê welatî ji neçariyê diçin û debara xwe pê dikin. Zekî Gîrgîn bi lêv kir ku li welat kar û xebat nîn e û ev tişt anî ziman: “Welatiyek diçe torbeke pincarê tîne û difiroşe hezar lîreyan. Lê em dinêrin îro kîloyeke goşt bûye hezar lîre. Berhevkirin û ewqas zor û zehmetî ber keda wan nakeve, lê neçarî ji bo debarê diçin vî karî dikin. Li vî welatî kar û xebat nîn e, heke hewa jî nixte be, welatî nikarin biçin pincar jî kom bikin. Gelek feydeyê pincar heye. Derman bi pincarê me tên çekirin, lê qîmeta pincarê me nayê zanîn.”
‘Bac pêyê me bernade’

Welatî Dogan Kirmiş jî behsa zor û zehmeta berhevkirina pincar kir. Dogan Kirmiş anî ziman ku ev pincar ji Kurdistanê tên û got: “Ev pincar hemû şîfa ne, bi xwezayî li çiyayan derdikeve. Milet gelek caran dibêje biha ye, lê tiştekî ku em bikin nîn e. Fatureya pincar nîn e, em jî mecbûrî bacê dihesibînin û wisa difiroşin. Banqe ji bo cîhaza posê vergî dibire, û ev bac bûye ji sedî 16. Bac pêyê me bernade. Ji neçarî em hinekî biha difiroşin.”














