Piştî ku dadgehê derbarê Doza JÎTEMê ya Kerboranê de biryara beraetê da, 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind îtîraza parêzerên mexdûran nirxand û bi hinceta “demboriyê” biryar da.
Di 29ê Cotmeha 1995an û 8ê Adara 1996an de 3 jê zarok 7 kes li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di binaçvan de hatibûn kuştin û windakirin. Her wiha çawişê pispor Bîlal Batirir hatibû windakirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind derbarê “Doza JÎTEMê ya Kerboranê” de biryara “demboriyê” da.









