Enqere – Rêxistinên Hiqûq û girtiyan li pêşiya Girtigeha Sîncanê daxuyanî dan û gotin: “lijneya îdarê û çavdêriyê yên girtîgehan weke beşa duyemîn a dadgehan tê bikaranîn.
Şaxa Komelaya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Federasyona Komaleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya bi malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHADFED) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, têkildarê biryarên taloqkirina berdanê yên ji aliyê Lîjneyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan vê tên astengkirin li pêşiya Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivîl û hiqûqê û Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bê hiqûqiya lijneya idare û çavderiyê divê bi dawî bibê” hat vekirin. Metna daxûyaniyê hevserokê şaxa OHDa Enqereyê Sîpan Cîzrelî xwend.
‘Binpêkirina mafên girtiyan zêde dibê’
Sîpan Cîzrelî diyar kir dîviya wan ji bo pêşwazîkirina girtiyan li pêşberî girtîgehê bûna û wiha got: “Binpêkirina mafên girtiyan her diçê zede dibê. Komîsyona Îdare û Çavdêriyê, ku divê tenê mekanîzmayên nirxandinê bin, di pratîkê de wekî beşeke duyemîn a dadgehê têne bikaranîn. Jinên girtî ji ber raman, nasnameya xwe ya siyasî û çalakiyên demokratîk bi awayekî keyfî bi cezayên “şewitandina infazê” re rû bi rû dimînin. Biryarên ji aliyê dadgehê ve hatinê dayîn ji aliyê vê lijneyê ve tê dirêjkirin.”
‘Heya niha berdana 25 jinên girtî hate astêngirin’
Di berdewama axaftina xwe de Sîpan Cîzlelî anî ziman ku heta niha berdana bi şert a herî kêm 25 jinên girtî ji ber hincetên cuda hatiye astengkirin û got: “Hêj jî 10 jinên girtî, bi desteserkirina azadiya wan, di girtîgehê de tên ragirtin. Ev rêbaz ji bo vîna jinên girtî teslîm bên girtin tê bikaranîn. Berdana girtiyên jin Nedîme Yaklav, Hîcran Bînîcî, Devrîm Gulşan Adet, Nurîye Adet, Fatma Aslan, Pinar Tîkît, Emîne Abîş, Esra Soyaktaş, Melîke Goksu, Zelîha Ustabaş hatine taloqkirin. Ji ber ku nikarîbûn ji mafê xwe yê berdana bi şert sûd werbigirin, niha ne li nav me ne û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin. Îro jî derbarê Nedîme Yaklavê de biryara lijneya ragihandin.
Sîpan Cîzrelî bi lêv kir ku biryarên tên dayîn ji dijî ruhê pêvajoyê ne û wiha pê de çû: “Aşitî û Civaka Demokratîk tenê bi dawîkirina keyfiyetê, bi parastina mafên bingehîn û terikandina siyaseta infazê ya bi hincetên siyasî tê meşandin dikare pêk were. Divê pratîkên astengirina berdana jinên girtî were rawestandin. Pratîkên cihêkarî û zayendperest yên li dijî jinên girtî bi dawî bibin.
‘Hicetên beredayî’
Piştî xwendina matna daxûyaniyê parlamênterê DEM Partiyê ya Mûşê Sumeye Boz axivî û ev tişt gotin: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dibe mînak û li hemû girtîgehan tê meşandin. Lijnêya Îdare û Çavdêriyê ne tenê mijareke îdareyê ye, bandora xwe ji rejîma sîyasî ve digire. Berdana girtiyan bi hincetên beredayî tê astengkirin. Li vir mijar hiqûqî nîn e, her wiha xûyayê ku siyaset e.”
Daxuyanî bi berzkirina diruşmên “Girtiyên sîyasî rûmeta me ne”,”Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” dawi bû.



















