Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo azadiya fîzîkî û misogerkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) saet di 20.00an de li ser medyay dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin. Daxuyaniya ODHê wiha ye: “Li Tirkiyeyê nêzîkatiya desthilata siyasî ya li hember pirsgirêka Kurd xwedî karekterekî ku ji bingehên demokratîk û qanûnî dûr dikeve û rewşê kûrtir dike ye. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê pêkanîneke takekesî ye; ew destwerdanek sîstematîk a li dijî mafê aştiyê yê gelan e. Ji ber vê yekê, hem ewlekirina azadiya wî ya fîzîkî û hem jî qanûnîkirina statuya wî wekî sermuzakerevan ji bo aştiya herêmî û çareseriya demokratîk merheleyek krîtîk e. #YasalAdimŞimdi.”














