Heyeta Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê sibê li Meclisê serdana koma AKPê bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikên li Meclisê serdanên partiyên siyasî dikin. Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê a ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê re dê sibe seat 15:30an de li Meclisê serdana Koma AKPê bikin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê bi Serokê Koma AKPê Abdullah Guler, Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul, Parlamenter Cevahîr Asuman Yazmaci û Şengul Karsli re hevdîtinê pêk bîne.













