Heyeta Dayikên Aştiyê bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana partiya Saadetê kirin û bi Serokê Giştî yê Saadetê Mahmut Arikan re hevdîtin kirin.
Heyeta ji Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî didomîne. Heyeta ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê, bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re piştî serdanên MHPê û Partiya DEVAyê serdana Partiya Saadetê kirin. Dayikên Aştiyê li navenda Giştî ya Saadetê ji Serokê Giştî yê Saadetê Mahmut Arikan, parlamenter Bulent Kaya û Endamê Lîjneya Rêveberiyê ya Partiya Saadetê Sabir Firat re hevdîtin pêkanîn. Dayikên Aştiyê dê di vê hevdîtinê de jî çarika spî diyarî endamên Partiya Saadetê bikin.
Serdanên Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî re sibê jî dê bidomin. Dayikên Aştiyê dê sibe di seat 12.00an de serdana CHPê bikin, di seat 14:00an de jî serdana Partiya Gelecekê bikin û di seat 15.30an de jî li meclisê serdana koma AKPê bikin. Piştî serdanan di dawiyê de Dayikên Aştiyê dê ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di seat 16.30an de li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin û serî li Wezareta Dadê bidin.













