Êlih – Neviyê dengbêjê navdar Salihê Qubînî, dengbêj Yusuf Aydin diyar ku di salên dawî de gelek hunermendên Kurd jî bi pêşketina teknolojiyê re ji kevneşopiya xwe ya çandî û hunerî dûrketine û wiha got: “Ger ku em ruhê dengbêjiyê biparêzin û şêwazên nû biceribînin, em ê xeteriyan jî kêm bikin û hunera xwe jî zêdetir dewlemend bikin.”
Çanda dengbêjiyê bi sedê salan e li Kurdistanê heye û tevî amûr û pêşketinên teknolojiyê jî li ber xwe dide. Dengbêjî her tim di bîra civaka Kurd de li ser gelek serhildanên dîroka û çîrokan de bi awayekî devkî xwe zindî hiştiye. Di roja me ya îro de jî bi şiroveyên gelek dengbêjan hê jî ev kevneşopî xwe li ser piyan dihêle û li gelek deveran kilamên derbarê çanda Kurdî de tên gotin. Lê her ku diçe gelek tişt xwe li gora modernîzmê xwe sererast dikin an jî diguherin. Bi vê yekê re çand û hunera Kurdî jî weke çanda biyanî, ew jî di gelek milan de ji rastiya xwe tê dûrxistin. Bi taybetî jî di salên dawî de çawa zimanê Kurdî bi bişaftinê re rû bi rû dimîne, çand û hunera Kurd jî dibe mexdûrê vê yekê. Lê ciwanên Kurd jî bi pêş ketina teknolojiyê re weke berê zêde xwedî li çand, ziman û hunera xwe dernakevin. Bi taybetî di demên dawî de gelek hunermendên ciwan jî bi pêş ketina ‘hişê çêkirî’ re hê bêhtir ji hunera Kurdî û kedê dûr ketine, bêhtir karê xwe yê hunerî bi teknolojiyê dikin.
Neviyê dengbêjê navdar Salihê Qubînî, Yusuf Aydin jî ku li ser rêça kalikê xwe dengbêjiyê dike, derbarê çand û hunera Kurdî ya di salên dawî de ji rastiya xwe tê dûrxistin, axivî.
Yusuf Aydin anî ziman ku wî zarokatiya xwe li gundê kal û pîrên xwe derbas kiriye û da zanîn ku tişta wî arasteyî dengbêjiyê kiriye, kilamên kalê wî yên dengbêjiyê bûne û wiha qal kir: “Dema ku ez zarok bûm hevalên kalê min ên dengbêj hebûn, dihatin mala me. Bi rojan li malê dîwan li dar dixistin. Ez jî di wan dîwanan de mezin bûm û min jî xwe sparte dengbêjiyê. Min dengbêjî ji xwe re weke hêlînekê didît û min xwest ku ez jî di wê hêlînê de mezin bikim. Ev jî ji bo min bû derfetek ku min gelek kilam ji devê wan dengbêjan jiber kir. Gotinek heye dibêjin; ‘her teyr bi devê xwe nêçîrê dike.’ Ez jî di nava dengbêjên herêma Xerzanê de gelek mame. Lê ji bo min cihê dengbêj Şakiro gelek cuda ye. Ez dengbêjên weke Şakîro, Şeroyê Biro, Karabetê Xaço û Huseynê Mûşî ji xwe re mînak digirim. Ji bo min kilama Şakîro ya Nêçîrvano gelek xweş e. Ya Huseynê Mûşî jî kilama Bavê Fexriya ye. Ya Karabetê Xaço jî kilama Lawikê Metînî ye. Û ya dengbêj Zahiro jî kilama Bavê Ehmed Beg û kilama wî ya Şêx Zahir e. Lê di salên dawî de stran pir modernîze bûne. Lê nûjenî bê bingeh jî nayê avakirin. Modernîze bûn tiştek xwezayî ye û ji bo fêmkirina derbas bûna demê ye. Heke em ji bingeha xwe qut bibin, ev dibe xetereyeke mezin. Ger ku stranbêjên me ji kevneşopiyên xwe dûr bikevin, dê ji nasnameya xwe jî dûr bikevin. Ger ku em ruhê dengbêjiyê biparêzin û şêwazên nû bicerbînin, em ê xetereyan jî kêm bikin û hunera xwe jî zêdetir dewlemend bikin.”
‘Gelek hunermend ji kevneşopiya xwe dûr ketine’
Di berdewama axaftina xwe de Yusuf Aydin di berdewamê de destnîşan kir ku ji bo ruhê civakê çi hewce bike divê di hêla hunerî de bê kirin. Yusuf Aydin bi lêv kir ku divê çand û huner jî li gora ruhê kevneşopiyê bê avakirin û wiha pêde çû: “Ev di muzîkê de stratejiyek û dewlemendbûna ji ruhê mirovan dest pê dike, ji bo wî jî çiraya herî xurt muzîk e. Ev jî encama gelek faktorên aborî û civakî ye. Di demên dawî de encama standarta muzîkê bûye sedem ku gelek hunermend ji kevneşopiya xwe dûr ketine. Ev rastî jî em dikarin bêjin ku di muzîka Kurdî de tê dîtin. Ew jî ji ber ku Kurdî zimanekî bindest e. Bazar û muzîka bindestan li gorî yên serdestan tevnagere. Di heman demê de guhertina şertên civakî û zimanî bi hev ve têkildarin. Kêm kirin û axaftina bi Kurdî di jiyana rojane de rast e rast bandorê li ser çêkirin û veguhestina hunerî dike. Ev ne rewşeke hunerî ye, ev rewşeke sosyo-polîtîk e. Û ev rewş bingeha xwe ji bondora polîtîkayên bişaftinê digire.”
‘Pirsgirêk ne hişê çêkiriye, pirsgirêk bikaranîna hişê çêkiriye’
Yusuf Aydin di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ‘hişê çêkirî’ yê ku di demên dawî de di nava civakê de her diçe bi nav û deng dibe û bi xetereyê re civakê ji rastiya wê dide dûrxistin û got: “Hişê çêkirî di vî warî de gelek şaş tê bikaranîn û ev dibe xetereyek mezin. Gelek hunermend hêsaniyê ji bo xwe hildibijêrin. Şûna ku jiyana raste rast ji bo çanda xwe berheman çêbikin, rêya hêsan, kurt û ya amade dipejirînin. Ev yek mirov ji qalîteyê dixîne û di dawiyê de jî hunerê bê rih dike. Dibe ku klîp, deng û aheng baş be, lê hundir vala ye. Dengbêjî li ser huner, hest, dîrok û bîra civakê hatiye avakirin. Ev yek bi hişê çêkirî yek ser rih nade rûniştandin. Heke wisa bidome dê hemû tişt bibin weke hev. Ev jî tê wê wateyê ku em ê hêdî hêdî nasnameya xwe ya hunerî winda bikin. Pirsgirêk ne hişê çêkiriye, pirsgirêk bikaranîna hişê çêkiriye. Ciwanên îro bi dengbêjiyê re pir mijûl nabin. Dengbêjî niha jî bi tenê li cem extiyarên me tê heskirin. Lê beriya 50 salan li her dera Kurdistanê di nava her beşên civakê de dengbêjî popîler bû. Ew jenerasyon her ku çû heliya. Ciwanên wê demê jî çiqas çû mezin bûn û pîr bûn. Lê mixabin ciwanên niha li gora bişaftinê hatin tevgerandin û ew wisa ji rastiya xwe hatin dûrxistin.”










