• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    Li dijî ÎBBê lêpirsînek nû: 47 kes hatin binçavkirin

    Li dijî ÎBBê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin

    Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

    Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê GULANA 2026an

    Koma çaremîn amadekariya vegera Efrînê dike

    Koma çaremîn amadekariya vegera Efrînê dike

    Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

    Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Daristan Pala / AW

8 GULAN 2026 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku dîmenê derbarê ÎŞKURê yên li navçeya Şemzînanê hatine parvekirin rast in û li ÎŞKURê bêedaletî û nehiqûqî heye. Baroyê li dijî neheqiya ÎŞKURê gilî kiribû û delîl radestî dozgeriyê kiribû.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, derbarê wergirtina personelên ÎŞKURê de îdiayên giran ên gendelî û bertîlê ketin rojevê, piştî van îddayan navenda giştî ya AKPê biryara fesixkirina rêxistina xwe ya navçeyê da. Piştî vê biryara fesixkirinê, dîmenên ku behsa wan dihat kirin hatin belavkirin û bi vî awayî gendelî bi belgeyan hat piştrastkirin. Parvekirina van dîmenan di nav raya giştî de bû sedema berteke hê mezintir. Li ser vê nerazîbûna gel, Baroya Colemêrgê li dijî vê neheqiyê dest bi hewldanên hiqûqî kir. Baroya Colemêrgê derbarê vê gendeliya li ÎŞKURê de gilî kir û delîl radestî dozgeriyê kir.

‘Heqê kesên feqîr tê xwarin’

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan derbarê mijarê de ji Ajansa Welat re axivî û diyar kir ku dîmenên ku derbarê ÎŞKURê de hatine parvekirin rast in û wiha got: “Beriya vê dîmen jî me derbarê ÎŞKURê de daxuyanî dabû. Me gotibû ku îdiayên torpîlê hene, di nav malbatekê de du kes an sê kes ji bo ÎŞKURê tên girtin. Belê heq ew e ku mirovên feqîr û yên rewşa wan xirab e bigirin kar û bişixul in lê mixabin tiştên ku tên guhê me û em dibînin, mirovên dewlemend dixin kar û di nav ÎŞKURê de ne.”

‘ÎŞKUR saziyeke dewletê ye, ne ya partiyek siyasî ye’

Ergun Canan bal kişand ser têkiliya partiyên siyasî û saziyên dewletê û wiha got: “Heke li wir torpîlek hebe ‘ku heye’ hingê mirov li partiya ku desthilatê dinêre, îro desthilat AK Partî ye û temsîlkarên wê diyar in. Em dibêjin ku ÎŞKUR ya dewletê ye, saziyeke dewletê ye, ne ya partiyek siyasî ye û ne ya desthilatê ye. Divê van tiştan qet têkilî vî karî nekin. Lê mixabin li Colemêrgê, Geverê, Şemzînanê, Çelê û Bajêrgeyê berevajiya vê yekê tişt diqewimin.”

‘Ev ne edaletî ye û ne hiqûqî ye’

Ergun Canan destnîşan kir ku pergala girtina kar a karkeran ne edaletî ye û ev yek anî ziman: “Ji bo karkeran dibêjin ‘divê tu bibe alîgirê berjewendiyê, piştgirî bide me an bibe endamê me’. Ev ne edaletî ye û ne hiqûqî ye. Divê ev kar bi rêya NOTERê çêbibe da ku neheqî li kesî neyê kirin. Em ê şopdarê vê dozê bin.”

Etîket: Baroya ColemêrgêBertilColemêrggendêlîÎŞKURŞemzînanSerokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

5 GULAN 2026
DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

5 GULAN 2026
TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

4 GULAN 2026
Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

1 GULAN 2026
Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

30 NÎSAN 2026
19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • MHPê Dayikên Aştiyê bi Kurdî pêşvazî kir

    MHPê Dayikên Aştiyê bi Kurdî pêşvazî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sînorên Qesra Şîrînê dê bi Neteweya Demokratîk bêwate bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Forûma Aştî û Azadiya Civakî diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê destpê kir: Heta nexwînin dê nikaribin pêşeroja xwe ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê ji bo Şukru Çatalbaş pêvajoyê bigihînin armancê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (189)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne