2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê, YEW-KURD û Şaxa Egîtîm Sena Erxeniyê vê hate lidarxistin îro dest pê kir. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku heta zimanê xwe, çanda xwe nizanibin û nexwînin dê tu carî paşeroja xwe jî fêhm nekin û nikaribin pêşeroja xwe jî ava bikin.
Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de di navbera 7 û 10ê Gulanê de bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê li Park Ormanê ya Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Erxeniyê 2yemîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê hate lidarxistin. Rojên pirtûkan bi armanca parastina çand, zimanê dayikê û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tê lidarxistin. Rojên pirtûkan bi bernameyekê dest pê kir. Di bernameyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarên Erxeniyê Birsen Azak Bayar, Şiyar Guldîken, hevşaredarên navçeyên Amedê, rêveberê YEW-KURDê Jêhat Rojhilat, Hevserokê Şaxa Egîtim Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê Serdar Kaya, nûnerên saziyên sivîl, endamên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarbûn.
‘Bê ziman pêşeroj nayê avakirin’

Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken ku ewilî di bernameyê de axivî, got ku “daxwaziyek me ji we heye; em bi zimanê xwe bixwînin, em çanda xwe bixwînin, em dîroka xwe, em mîrateya xwe bi zimanê xwe bixwînin” û wiha bi lêv kir: “Em fêhm bikin. Heta em zimanê xwe û çanda xwe nizanibin û nexwînin, tu carî em ê paşeroja xwe jî fêhm nekin û li gorî wê em ê pêşeroja xwe jî nikaribin ava bikin. Em weke Şaredariya Erxeniyê, daxwaz dikin ku her gavekê bi hev re em ber bi pêş de gavan biavêjin. Ji bo çi em vê daxwazê dikin? Ji ber ku, ciwan û zarok, nifşên nû yên li paş me, li benda me ne. Heta ku em nêrînên xwe yên berê û em xebatên xwe yên berê dewrî nifşên nû nekin, em ê nikaribin paşerojeke rast, pêşerojeke pak ava bikin.”
‘Em baş bixwînîn û veguherînin fersendeke mezin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî bal kişand ser cudahiyên beşên civakê û wiha axivî: “Ji cihekî ku hest, raman, daxwaz, pêdivî û hesreta civakê fêhm dike, xwedî wê taybetmendiyê ne ku vê yekîtiyê û vê pêdiviyê di nav hemû beş û nifşên civakê de, di nav nifşên ciwan û hemû tebeqeyên ku civakê ava dikin de digihînin hev. Ji vî alî ve, em tu yek ji van hevdîtinên ku me pêk anîne; çi hevdîtinên pirtûkan, çi pêşangehên pirtûkan, çi hevdîtinên çand û hunerê, an jî hevdîtinên keda jinê bin, ji hev cihê nakin. Hemû berdewamiya hev in; hemû taybetmendî û kombûnên ku hevdû temam dikin, mezin dikin in. Ez vê yekê pir bi qîmet dibînim û spasiya hemû hevrêyên hêja yên ku keda wan derbas bûye dikim. Helbet em li erdnîgariyeke gelek taybet dijîn; îro bi dehan çîrok, bi sedan çîrokên jiyanê û çîrokên civakî hene ku vê ernîgariyêde li pey xwe hiştine. Berxwedan heye, têkoşîn heye, windahî hene; mixabin şer û pevçûn hene. Lê em dibêjin, em dixwazin vê pêvajoya aştiyê ya ku sal û nîvek e dewam dike wisa baş binirxînin, wisa veguherînin fersendeke mezin.”
‘Zimanê xwe biçûk dibînin û qedrê wê nizanin’

Jêhat Rojhilat jî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û rewşa weşanxaneyên Kurd. Jêhat Rojhilat destnîşan kir ku di nav 6 hezar û 500 zimanên cîhanê de Kurdî di rêza 8emîn de ye û bang li welatiyan kir ku pirtûkên Kurdî bixwînin û xwedî li weşanxaneyan derkevin. Jêhat Rojhilat axaftina xwe wiha domand: “Mijara xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û rewşa weşangeriya Kurdî careke din hate nîqaşkirin. Di axaftinekê de li ser girîngiya zimanê dayikê peyamên girîng hatin dayîn û bal hat kişandin ser pêwîstiya pêşxistina zimanê Kurdî di qada xwendin û nivîsandinê de. Em dixwazin gelê me li ser vê axê bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û biaxive. Her çend hin nivîskarên me yên wekî Yaşar Kemal ku bi eslê xwe Kurd in bi zimanên din berhem dabin jî, em dixwazin ciwan û nivîskarên me zimanê xwe ji bîr nekin û bi Kurdî binivîsin. Li cîhanê zêdeyî 6 hezar û 500 ziman hene û zimanê Kurdî di nav wan de di rêza 8emîn de ye. Zimanê me ji gelek zimanên Ewropî û yên din dewlemendtir e. Lê mixabin em carnan zimanê xwe biçûk dibînin û qedrê wî nizanin.”
Piştî axaftinan girse li standên weşanxaneyan geriya. Gel eleqeyeke zêde nîşanî rojên pirtûkan da. Ji bilî danîna stantên pirtûkan di rojên pirtûkan de panel jî hatin lidarxistin.
Di panela bi navê “Di pêvajoyên aştiyê de Bingeha Hiqûqî û Hevrûbûna mirovî” de siyasetmedar Sebahat Tûncel û Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dînç axivîn.
Pêvajoya Çareseriyê û Pêwîstiya Zagonî

Mazlum Dînç denîşan kir ku kesên ku dibêjin “em çareseriyê dixwazin” ji bo çareseriyê gavê naavêjin û wiha got: “Tiştekî wisa ji destpêkê heta niha nehatiye avêtin û ji xwe karaktera çareseriyê jî ne wisa ye. Niha ez naxwazim bibêjim ku ev sir ji kesî re nehatiye gotin; ji ber ku xwediyê şert û mercan got, ’em amade ne, werin’. Lê nekarîn werin, yanî derfeta wan nîne. Çima? Ji ber ku gava zagonî nîne. Heger werin, ew ê bi darizandinê re rû bi rû bimînin û wê bikevin zindanê. Yanî ji bo ku bikevin zindanê, tu kes nayê û xwe teslîmî Tirkiyeyê nakin. Ji ber wê, ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve, pêwîst e ew zagon demildest bêne derxistin. Zagonên ku em dikarin wekî gavên yekemîn ên pêvajoya derbasbûnê bi nav bikin û bi wê yekê divê ji bo demokratîkbûna komarê gav bêne avêtin.”
Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muzakereya demokratîk
Mazlum Dînç di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoyê de ya herî girîng rola Birêz Ocalan e. Şexsê wî bi xwe jî daxuyaniyek dabû û ev bangawazî kiribû. Wekî hûn dizanin, di cîhanê de mînakên çareseriyê hene; mînaka Afrîkaya Başûr û rola Mandela yek ji wan e. Pêwîst e rola pêşeng û rêbertiyê bê qebûlkirin û di wê çarçoveyê de bi awayekî fermî muzakere bêne destpêkirin. Heke em dixwazin civak, demokratîk û aştî pêş bikeve, ev yek bi rêya muzakereya demokratîk pêk tê. Aliyên muzakereyê pêwîst e di heman şertan de bin ji bo ku karibin rola xwe bilîzin. Lê belê aliyek di bin tecrîdê de ye û her çend dewletê ev rastî qebûl kiribe jî, şert û mercên tecrîdê hîn jî didomin. Heger hûn dixwazin pêvajo bi awayekî rast bimeşe, şert û mercên azadiyê û nêzîkatiyên demokratîk pêwîst in. Di heman demê de, divê gava ku karibe rola xwe bilîze bê avêtin, ew jî derfeta azadiyê ye. Di vê xalê de mafên hiqûqî yên Tirkiyeyê hene; mafên hiqûqî di qada navneteweyî de tên axaftin, wekî mînak ‘Mafê Hêviyê’. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014an de biryarek dabû. Vê biryarê destnîşan kir ku ragirtina kesekî di zindanê de heta hetayê, binpêkirina mafên mirovan e. Pêwîst e piştî demeke diyarkirî şert û mercên zindanîbûnê ji nû ve bêne nirxandin û derfeta berdanê hebe. Lê belê dewleta Tirk ev biryar bi cih neanî. Nêzî 12 sal di ser vê biryarê re derbas bûne, lê nayê bicihanîn. Her çend destûra wan a bingehîn bêje ku peymanên navneteweyî li ser zagonên navxweyî re ne jî, ev di pratîkê de pêk nayê.”
‘Riya rizgariyê avakirina aştiyeke navxweyî û demokratîkbûn e’
Mazlûm Dînç di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku demildest ji bo kanûnên bingehîn gav bên avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e demildest ev biryar bên bicihanîn û zagonên têkildar bêne guhertin da ku ev azadî pêk were. Ji bo ku ev yek çêbibe, avakirina zemîneke demokratîk şert e. Bangawaziyên ku ji bo destûra bingehîn têne kirin jî hene; divê ev destûra bingehîn, destûreke demokratîk be. Heger nasnameyek an jî zimanek neyê qebûlkirin, ew nabe destûrek demokratîk. Pêwîst e mafên hemwelatîbûna wekhev di destûra bingehîn de bêne misogerkirin. Pêwîst e gava yekemîn şert û mercên Birêz Ocalan bêne sererastkirin û ev tecrîd demildest bê rakirin. Îro li rojhilata navîn metirsiyek mezin heye; şer û pevçûn hene. Heger Tirkiye naxwaze bi van xeteriyan re rû bi rû bimîne, riya rizgariyê avakirina aştiyeke navxweyî û demokratîkbûn e.”
Rojên pirtûkan dê sibê berdewam bike.














