Enqere – Mamosteya ANKA-DERê Emîne Oguzê diyar kir ku ew ê di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li qadan, bi bernameyên cuda pîrozbahiyan li dar bixin û bang li gel kir ku tev li bernameyan bibin, bi hev re daxwaza statuya zimanê Kurdî bigihînin cihên berpirsyar.
Salvegera Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve di 15ê Gulana 1932an de li Şamê hatiye weşandin ji sala 2006an vir de weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Gelê Kurd ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir ve ji polîtikayên bişaftinê re rû bi rû ye, her 15ê Gulanê li qadan Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Partî, sazî û dezgehên Kurdî her sal di 15ê Gulanê de daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî li qadan tînin ziman. Weke her sal îsal jî di 15ê Gulanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi coşeke mezin dê bê pîrozkirin.
Yek jî bajarê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî bê li darxistin paytexta Tirkiyeyê Enqere ye. Li Enqereyê jî partî, sazî û dezgeyên Kurdî dê li qadan bi bernameyên cuda Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek jî daxwaza serekê ya gelê Kurd ew ê ku ji bo statuya zimanê Kurdî qanûn bên çêkirin. Sazî û dezgehên Kurdî dê li Enqereyê bernameyên ku li darbixînin balê bikşînin ser statuya zimanê Kurdî û daxwaza çêkirina qanûnan ji bo fermîbûna zimanê Kurdî bikin. Mamosteya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) Emîne Oguz derbarê bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku li Enqereyê li dar bixin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Wateya Cejna Zimanê Kurdî
Emîne Oguzê anî ziman ku 15ê Gulanê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e û derbarê wateya rojê de wiha axivî: “Zimanê Kurdî qedexeyê û bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû ye. Ji bo wê jî em di cejna zimanê Kurdî de xebatan dikin û daxwazên ji bo zimanê Kurdî bibe fermî dikin. 15ê Gulanê wateya xwe ji Kovara Hawarê digirê. Kovara Hawarê mîladeke ji bo zimanê Kurdî. Kovara Havarê di heman demê de weke dibîstanek bû jî. Em jî weke ekoleke Kovara Hawarê xebatên zimanê Kurdî dimeşînin. Kovara Hawarê ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelek xebat kirinê. Peyvên latînî cara yekêm di Kovara Hawarê de derketiyê. Ji bo wê jî em salvegera Kovara Hawarê weke cejn pîroz dikin. Lê em ne tenê weke cejn û vê rojê re sînor kirî dibinin. Ji bo me mijareke berxwedaneyê û em paşta gav navejin. Weke di Kovara Hawarê de jî gotiyê; Zimanê me hebûna me ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin ji bo hebûna xwe jî em mafê zimanê xwe dixwazin. Ne tenê di Cejna Zimanê Kurdî de hertim em weke saziyên zimanê Kurdî xebatên xwe didomînin.”
Bername û xebatên 15ê Gulanê
Di berdewama axaftina xwe de Emîne Oguzê diyar kir ku ew dê li Enqereyê bi bernameyên cuda cuda Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin û tekildarî pîrozbahiyên bên li darxistin ew agahî dan: “Di 15ê Gulanê de bi pêşengiya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê em ê konsereke li darbixînin. Koma Zarokan û Koma Jinan ên Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê dê derkevin ser dikê û konserereke bi coş li darbixînin. Her wiha Koma Zarokan a ANKA-DERê jî dê şanoyeke li darbixînin. Ji bilî konserê jî em ê di 10ê Gulanê de bi pêşengiya jinan bi çalakiyeke cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Li ANKA-DERê weke jin em dê kom bibin û li ser watê û girîngiya zimanê Kurdî bernameyeke li darbixînin. Weke ANKA-DER em ê di 16ê Gulanê de ji vêkirina cihê xwe yê nû bikin. Ji bo em xebatên xwe zêdetir bikin em ê cihê xwe yê nû ji bo wateya rojê vêbikin. Her wiha em ê şevekê filman jî amade bikin û bi gelê xwe re fîmek temaşê bikin û li ser girîngî û wateya zimanê Kurdî nîqaşan bikin.”
‘Em ê li qadan daxwaza mafên zimanê Kurdî bikin’
Emîne Oguzê destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo mafê zimanê Kurdî jî pêk were dê bi bernameyên li dardixînin daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Di rapora meclise ku hat parvekirin de mafê zimanê Kurdî bi şert û weke mijara bazarê tê binav kirin lê em vê yekê qebûl nakin. Ji bo dewlet demokratik bibe divê ji mafê mirovan re reze bike û mafên neteweyî yên di bin serwariya wê dewletê de dijîn hemûyan qebûl bikin. Yanî ne tenê ji bo zimanê Kurdî mafê hemû gelan werin qebûl kirin. Heke mafê gelekî were binpêkirin wê demê em nikarin bejin ew demokratîk e. Em ê jî bi hemû çalakî û bernameyên xwe de daxwaza mafê zimanê Kurdî bînin ziman. Heke komar dê demokratik bibe divê serî de mafê zimanê dayikê were naskirin. Gelê Kurd ji bo zimanê xwe berdelên mezin dane. Divê ew maf were naskirin. Ew yek bi awayekî mijara bazarê jî nayê dest girtin bi şert û mercan girtina dest nayê qebûlkirin. Statuya zimanê Kurdî di vê pêvajoyê de xaleke girîng e.”
‘Werin em bi hev re Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Emîne Oguzê bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan jî gelê Kurd ji zimanê xwe qût nebûye û ji bo tevlîbûna bernameyên dê li darbixin ew bang li gel kir: “Niha şûn vê jî ya girîng gel daxwaza mafê zimanê Kurdî û statuya Kurdî bigihîn hemû saziyên siyasî û civakî. Weke sazî em li her derê daxwazên xwe tînin ziman. Lê divê gel xwesteka xwe di asta herî jor de bîne ziman. Heta gel daxwazên xwe neyîne ziman bi tenê saziyan ve ew daxwaz bi cih nayên. Heke em bixwazin zimanê me bibe xwedî statu, perwerdehiya zimanê Kurdî pêk were divê em dengê xwe bigihînin berpirsyaran. Ji bo wê jî daxwaza me ji gelê me ew ê ku di vê merahaleyê de gel saziyên xwe yên ziman û çandê xwe xwedî derbikevin û li her derê daxwaza mafê zimanê xwe bikin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku werin tevli bernameyên me bibin û em bi hev re Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Em li benda gelê xwe ne.”













