Rêya Colemêrg û Wanê ku li serê hezaz çêbûbû, ev nêzî mehekê ye girtî ye. Leşkeran ji bo hatin û çûyînê pireke panelî ya demborî çêkir.
Rêya Colemêrg û Wanê ku di 11ê Nîsanê de hezaz lê çêbûbû, ev nêzî mehekê ye girtî ye. Hatin û çûyîna bajêr di bin venêrîneke bikontrol de derbas dibe û welatî gelek mexdûr in. Her wiha ji bo vekirina rê an jî alternatîfeke rê jî hewldanên heyî kêm dimînin. Li ser vê yekê leşkeran pirek panelî ya demborî çêkir. Lê ev pira panel ku hate çêkirin tê gotin ku heke lehî rabe dê xeteriyek din bi xwe re bîne.
Ji 11ê Nîsanê vir ve ji ber hezazê çûnehata Colemêrgê û Wanê qût bûye. Ev pira nû ku weke pirek panelî hate çêkirin hate ceribandin û wesayît di ser de çûn û hatin. Tevî ku pira bi panel hatiye çêkirin hê jî neketiye faliyetê.










