Li Tengava Hurmuzê di navbera hêzên Îranê û hêzên deryayî yên Amerîkayê de şer derket. Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku hêzên wê 2 keştiyên Îranê hedef girtine.
Ajansa nûçeyan a Îranê (Fars) daxuyand ku di navbera hêzên çekdar ên Îranê û keştiyên girêdayî hêzên deryayî yên Amerîkayê de li Tengava Hurmuzê şer derket. Heta niha şer bi awayekî sînordarkirî dewam dike.
Ev pêşdeçûn, piştî rûbirûbûna şeva borî li Tengava Hurmuzê ligel agirbestê, pirsên der barê pabendbûna bi agirbestê ji her du aliyan ve radixin pêşberî mirov.
Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku hêzên wê 2 keştiyên ala Îranê li ser ku hewl da dorpêça deryayî ya li ser benderan derbas bike, hedef girtin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTECOM) da zanîn ku balafira F/A-18 ya girêdayî hêzên deryayî yên Amerîkayê li dijî pixareyên keştiyan êrişek pêk anî û xerab kirin.
CENTECOMê di daxuyaniya li ser Xê de diyar kir ku “Ev tedbîr di çarçoveya hewldanên qedexekirina keştiyên nelirê ji ketina benderên Îranê de li gel dorpêça heyî hatin girtin.”
Tengava Hurmuzê li ser asta cîhanê ji herêmên herî hesas e; beşek mezin ji petrola cîhanê di wir re derbas dibe û çi rageşiyek li wir çêbibe cihê fikara navneteweyî ya berfireh e.













