Komeke din a koçberên Efrînê îro serê sihehê ji Qamişloyê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Bi sedhezaran welatiyên Efrînî, ji ber êrişên çeteyên Tirkiyeyê û komên wê yên paramîlîter ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Welatiyên Efrînî, di çarçoveya lihevkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kom bi kom vedigerin li warê xwe.
Îro piştî nîvro jî koma 5emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Hêjayî bi bîrxistinê ye koma yekem ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat di 9ê Adara 2026an de, koma duyemîn a ji nêzî 200 malbatan pêk dihat di 4ê Nîsanê de, koma sêyemîn a ji nêzî 800 malbatên koçber pêk dihat di 14ê Nîsanê de û koma çaremîn a ji nêzî hezar malbatan pêk dihat jî di 10ê Gulanê de vegeriyabûn Efrînê.













