Koma 8emîn a koçberên Efrînê yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman û sibehê ber bi warê xwe ketibûn rê, gihîşt Efrînê.
Di çarçoveya bicihanîna peyama 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de, berbanga îro koma 8emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve ket rê.
Koma 8an a ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman, gihîşt Efrînê.
Ji bo vegera li warê xwe koçber, îro serê sibê li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê hatin ba hev û ber bi Efrînê ve bi rê ketin.
Ev kom 8emîn koma li ser xeta herêmên Cizîrê û Kobanê ye.












